YNK dê beşdarî civîna Partiya Komunîst a Çînê ya li Pekînê dibe
Kurdistan 08:38 PM - 2024-03-25
PUKMEDIA
Nûnerê YNKê yê Çînê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wek partiyeke mezin û xwedî bandore li ser astê Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê bi fermî ji bo civîna Partiya Komunîst a Çînê (CPC) li Pekînê hatin vexwendin.
Salar Serhed Xelîfe endamê serkirdayetiya YNKê ku nûneratiya Serok Bafil Celal Talebanî dike ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: ‘’Civîna yekem a civînê roja Duşemê 25-3-2024`an bi amadebûna Rêveberê Giştî yê Asyaya Rojava û Bakurê Efrîqayê, bi balkişandina li ser mijarên rojane yên Rojhilata Navîn dest pê kir, di heman demê de helwestek hevbeş di navbera aliyên beşdar de ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat ragihandin.
Salar Serhed got: ‘’Biryare sibe 26-3-2024 wek nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gotarekê bixwîne û tekezî li ser peywendiyên Serok Mam Celal û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi Çînê re bike ku têkiliyeke dîrokî ye.’’
Endamê Serkirdatiya YNKê got:“Em ê di rojên pêş de serdana saziyên hikûmeta Çînê û şûnwarên dîrokî yên Partiya Komunîst a Çînê bikin da ku li ser dîroka partiyê bêtir fêr bibin û têkiliyên bi wan re xurt bikin.’’
Her wiha got: ‘’Li ser peywendiyên YNKê li gel Çînê re 65 sal derbas bûne û YNK dixwaze pêwendiyên xwe ligel wî welatî û Partiya Komunîst a Çînê bihêztir bike. Ev civîn dê bibe fakterek di vî warî de."
22 partiyên çep ji Rojavayê Asya û Bakurê Afrîkayê di civînê de beşdar in, ku ev 3 sal in ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê dihat lidarxistin, lê îsal civîn bi zindî dest pê kir û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî beşdar dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

