Berdevkê Fermî: Yekîtiya Niştimanî rêzê li biryarên Dadgeha Federalî digire
Kurdistan 01:14 AM - 2024-03-23
PUKMEDIA
Berdevkê fermî û balyozê Yabanê
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Saidî Ehmed Pîra li bajarê Silêmaniyê pêşwaziya Futoshi Matsumoto
Balyozê Japonê li Êraqê kir.
Di hevdîtinê de ku bi
amadebûna Parlementer Biryar Reşîd hat lidarxistin, her du alî behsa bihêztir
kirina peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Êraq,
Herêma Kurdistanê û navçeyê kirin.
Saidî Ehmed Pîre di hevdîtinê
de got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina
hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de dike û bi ti awayî
piştevaniya paşxistina wan nake û berovajî hemû hewlên xwe bo lidarxistina
hilbijartinan di roja diyarkirî de dide, ya ku niha ji bo Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê girîng e, dabeşkirina mûçeyên karmendan e.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî rêzê
li biryarên Dadgeha Federalî digire û piştevaniya serweriya yasa û cîbicîkirina
xal û bendên destûra hertimî li Êraqê dike, ku yekane jêder û lêvegera yasayî
ye ji bo birêkxistina qanûnê karûbarên li welêt.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Japonê
piştevaniya welatê xwe ji bo aramiya siyasî û emnî li navçeyê tekez kir, ku
hemû pirsgirêkan bi rêya diyaloga aştiyane û rêzgirtina li nêrîna kesên din bi
awayekî li gorî berjewendiyên bilind û dabînkirina keş û hewayeke guncaw ji bo
geşepêdana aborî û civakî û geşepêdana civakî û aştiyane, tekez kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

