Serok Bafil: Newroz bibe çavkaniya yekîtî û jiyana hevbeş

Kurdistan 05:45 PM - 2024-03-20
Serokê YNKê PUKMEDIA

Serokê YNKê

Serok Bafil Celal Talebanî Newroz

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya hatina sersala kurdî peyameke pîrozbayî belav kir û got:’’Bila Newroz li Kurdistanê yekîtî û jiyana hevbeş kûrtir bike" her wiha tekezî li ser yekrêziya di navbera aliyên siyasî de kir ku bi hev re xizmeta gel bikin.’’

Teksta peyamê:
Cejna Newrozê û sersala kurdî pîroz be û ji we re bextewarî  û pêşveçûnê dixwazim.

Hêvîdarim Newroza îsal ku hevdem e bi meha Remezanê re, yekrêzî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê kûrtir bike û bi vê minasebeta pîroz a neteweyî û olî, em tekez li ser yekrêziya hemû hêz û aliyên siyasî dikin daku em hemû bi hev re xizmeta gelê xwe bikin û Kurdistana xwe geştir û aramtir bikin.

Newroza Kurdan pîroz be

Bafil Celal Talabanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike