Hikûmet ev 7 roj in mûçe rawestandiye û YNK jî daxwaza dabeşkirina mûçeyan dike
Kurdistan 06:12 PM - 2024-03-18
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Wezareta Darayî ya Iraqê zêdetirî hefteyekê 568 milyar dînar wek mûçe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şand, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest danî ser wê û red kir ku ew mûçeyê dabeş bike. Tîmê wezîran a YNK'ê daxwaz kir, "Ew pereyê ku ji Bexdayê hatiye divê dest bi dabeşkirina wan mûçeyên karmendan bikin."
Berdevk: Em li gel dabeşkirina mûçe ne
Wek berê YNKê hewla çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendan dide, niha jî daxwaz dike ew pereyê ku ji Bexda bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye şandin , li ser xelq were dabeşkirin.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: “YNK li gel dabeşkirina mûçeyan e û em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ew pereyê ku ji bo mûçeyan hatiye dabeş bike.”
“YNK ji sala 2014’an ve hewl dide pirsgirêka mûçe çareser bike û ji bo vê yekê jî li ser asta herêmî û federalî hewl daye ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyan li ser mûçexoran dabeş bike ji ber ku em di meha Remezanê de ne û welatî li benda mûçeyên xwe ne û pêwîstî bi wan heye.”
Zêdeyî 45 roj in mûçe nehatine parve kirin
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 2-2-2024an de lîsteya mûçeyên meha Çile (Kanûna Duyem) ragihand ku di nava şeş rojan de mûçeyê hemû karmendan hatiye dabeşkirin, lê piştî 45 rojan heta niha mûçeyê meha Reşemî (Sibat) jî dest danîne ser pereyên ku Bexda bo mûçe şandibû.
Karmendên bi mûçe daxwaza dabeşkirina pereyên Iraqê dikin
Karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev 2 roj in li hîn ofîs û kargehan baykot kirine û daxwaza dabeşkirina pereyên ku ji Bexdayê ji wan re hatiye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 10 sal in mafên darayî yên fermanberên Herêma Kurdistanê binpê dike û mûçeyên wan di dema xwe de nedaye. Ji wê demê ve YNKê çendîn hewlên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe li ser asta partî û hikûmetê dane û li ser hewlên xwe berdewam in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

