Amerîka ji bo Iraqê zêdetirî 18 milyar dolar xerc kiriye
Îraq 05:51 PM - 2024-03-18
Ajans
Alina Romanewski
Balyozê Amerîka li Iraqê di gotarekê de li ser peywendiyên stratejî gel Iraqê got: "Serkirdeyên Amerîka û Iraqî guftûgoyê li ser guhertinên hevpeymaniya navdewletî dikin, bi taybetî hebûna leşkerî ya Amerîkî, ku demeke dirêj piştgiriya hevkarê xwe Iraqî di têkbirina DAIŞê de dike."
Balyozê Amerîka di gotarekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin, pirsa çima hevkariya Amerîka û Iraqê ji bo Iraqiyan giring e û ji bo pirsa destkeftên peywendiyên me yên bihêz ji bo Iraqiyan çend dane û zanyariyan pêşkêş kir û got:’’Ez dibînim ku Iraq dê çi qas sûdê ji hevkarîya me ya stratejîk a berdewam werbigire, ji ber ku destkeftên wê pêwendiya bihêz ji bo Iraqiyan in. Tiştên ku ez dibînim ev in.’’
"Em pabendî ewlehî, aramî û serweriya Iraqê ne û mil bi milê hevkarên xwe yên Iraqî rawestiyane ji bo rizgarkirina Iraqê ji belaya DAIŞê. Deh sal piştî derketina wê û 5 sal piştî têkçûna wê li ser erdê, divê em zelal bin u hîn jî metirsiya DAIŞê li ser Iraqê heye – ji nav Iraqê û ji Sûriyê de û dixwazin hêzên ewlekarî yên Îraqî xwedî şiyanên pêwîst bo rûbirûbûna gefên pêşerojê bin." Alina Romanewski dibêje.
Balyozê Amerîka li Iraqê got, kongreya Amerîkayê ji sala 2012an ve zêdetirî 3.5 milyar dolar ji bo nûavakirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê terxan kiriye û got: "Di heyama 20 salên borî de, Ajansa Amerîka ji bo Geşepêdana Navdewletî (USAID) zêdetir ji 11 milyar dolar alîkariya geşepêdanê pêşkêş kiriye,ji bo baştirkirina civakan terxan kiriye."
Balyozê Amerîkî got: "Ji sala 2014an ve, me zêdetirî 3.6 milyar dolar dabîn kiriye ji bo piştgirîkirina penaberên Iraqî û penaberên kêm-dahat di warên lênêrîna tenduristî, derman, ava vexwarinê ya paqij .Ji sala 2017an ve, me 157 milyon dolar di projeyên bi sponseriya Îraqî de razandine ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji bo zêdetirî 12 milyon Iraqiyan."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

