Serok BafIl dest bi karê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê dike
Kurdistan 05:30 PM - 2024-03-17
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di merasima îro de bi amadebûna Berpirsê Ofîsa Rêxistina Yekîtiya Niştimanî Serkewt Zekî pêkhateya nû ya Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ragihand.
Serok Bafil
di merasîmê de got: Her çend berê me soz dabû xwendekar û ciwanên Kurdistanê ku
em li gel wan bimînin û piştevaniya wan bikin, lê ezê bi xwe serpereştiya karê
Komeleya Xwendekarên Kurdistanê bikim.
Serok Bafil
lê zêde kir: Baweriya me bi enerjiya nû û ramana afirîner a xwendekar û ciwanan
heye, û ez piştrast im ku em bi hev re dikarin karên mezintir pêk bînin û
pêşerojek geştir ava bikin, pêşerojek ku bi dilxwazî û dilsoziya ciwanan ji
bo wan tê garantî kirin.
Serokê
Yekîtiya Nîştimanî diyar kir, di heyamên berê de me li ser bang û pêşniyarên
xwendekaran karê komeleya xwendekarên Kurdistanê rawestand da ku bi awayekî
hemdem û bi mekanîzmayeke nû karê xwe birêxistin bike. Komeleya Xwendekarên
Kurdistanê di çarçoveya têgihiştina rast a rewşa Herêma Kurdistanê û pêwîstiyên
ciwan û xwendekaran de ji nû ve dest pê kir, da ku komele bibe platformek bo parêzvan
be bo mafên xwendekaran.
Serok Bafil
Celal Talebanî got: Komeleya Xwendekarên Kurdistanê bi rastî dê rêxistinek
nûjen û hevdem be û dûrî berjewendiyan be, dê berdewam be li ser karê xwe di
xizmetkirina sektora xwendinê û xwendina bilind de bêyî cudahiyên hizbî û
siyasî, ji bilî karkirina bi raman nû û gavên pratîkî ber bi cîhaniyê ve di her
warî de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

