Pêşmergehê Qehreman,birêz Mihemed Hacî Mehmûd rastiyekî dîrokî eşkere dike
Kurdistan 12:12 AM - 2024-03-17
Arşîv
Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê
Serokê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê (PDK) rastiyek dîrokî radixe ber çavan ku îdiayên ku dibêjin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bankek li Helebce li salanê 1988’an dizîne red kir.
Mihemed Hacî Mehmûd di hevpeyvîneke taybet a televîzyonî de ligel kanala zimanê fermî ya partiya xwe wiha got:’’Dema hêzên Îranê derbasî Helebceyê bûn, navenda me li Ababayê bû, Îranê parêzgarekî nû yê Helebceyê bi navê Axa Rizayî destnîşan kir, dema ku gotegotên talankirina banka Helebceyê belav bû, min lêkolîn kir û ji bo vê min serdana parêzgar û berpirsê hemahengiya hêzên Pêşmergeyên hemû partiyên Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Muqedemî Tehran kir.
Di hevdîtinê de, birêz Mihemedî got, destê tohmetbarkirinê dirêjî ti hêzên Kurdî nekin, ji ber ku şeva borî banka Helebce ji aliyê hêza duyem a Lîwaya Xorasana Îranê ve hatiye talankirin û heta niha sax e li Komara Îslamî ya Îranê ye.
Ev gotina Mihemed Hacî Mehmûd rastiya bûyereke dîrokî radixe ber çavan ku bi dehan sal e hinek kes bi armanca nakokiyên siyasî û hizbî nan û pîvaz dixwin û hin fermandarên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tawanbar dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

