Sûdanî: Hewldanên ji bo qerebûkirina Helebce berdewam dikin

Kurdistan 08:09 PM - 2024-03-16
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî Daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî

Serokwezîrê Êraqê

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîa Sûdanî diyar kir ku xebatên ji bo qerebûkirin û xizmetkirina hemû kesên ku zilm li wan hatiye kirin berdewam dikin.

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîa Sûdanî bi boneya 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir û got:"Êrîşa kîmyayî ya li ser Helebce hovîtiya rejîmê û hemû tawanên wê li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên Iraqê îsbat dike."

“Trajediya kîmyabarana Helebce di wijdanê me de maye û me han dide ku hewlên xwe ji bo bihêzkirina sîstema demokratîk zêdetir bikin û hewlên hikûmetê berdewam bin ji bo telafîkirin û xizmetkirina hemû kesên ku hatine bindestkirin û cîbicîkirina yasayên ku mafên wan misoger dikin.’’Her wiha got
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket