Serokkomar: Divê Helebce bibe parêzgeheke Herêma Kurdistanê
Kurdistan 02:12 PM - 2024-03-16
Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê
Merasîma sersaxiyê ji bo qurbaniyên kîmyabarana Helebce
Di bin çavdêrî û amadebûna Dr. Letîf Reşîd Serokomarê Iraqê îro Şemiyê li Koşka Selam a Bexdayê bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê ji aliyê rejîma berê ve, xulekek şînê saz kir.
Di vê merasimê de, Rawêjkarê Asayîşa Netewî Qasim El-Eracî, hejmarek ji endamên civata nûneran, serok û nûnerên nûneratiyên dîplomatîk ên Bexdayê, berpirsên bilind û karmendên serokkomar û Herêma Kurdistanê amade bûn.
Merasîm bi xwendina sûreya Fatîha ji bo ruhê pakê şehîdên Helebce û Iraqê dest pê kir, paşê Dr. Kamil Kerîm Dlêmî Serokê Dîwana Serokatiyê gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku armanckirina welatiyên Helebce bi çekên kîmyayî Helebce, tawanek û kiryareke hovane, ku wijdanê zindî yê mirovatiyê hejand û cîhan ji reftarên zordar û xwînrêjî û kiryarên dîktatorî di bikaranîna yek ji hovtirîn çekên qedexekirî yên navdewletî de li dijî sivîlên Kurd agahdar kir.
Dr.Dlêmî her wiha got: ‘’Berdewamiya avakirina ezmûna demokrasiyê di dewleteke federal de yek ji wan dersên herî girîng e ji bo nehiştina dubarekirin û vegerandina zulmê û rêzgirtin û pesnê qurbaniyan û malbatên wan in û bajarê Helebce wek semboleke niştimanî ye.’’
Serokê ofîsa Serokkomar tekîd li ser berdewamiya xebata dilsozane bo pêkanîna parêzgeha Helebceyê li Herêma Kurdistanê û pêşxistina xizmetguzariyan û dabînkirina pêdiviyên welatiyan di jiyaneke azad, bi rûmet û aştiyane de kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

