Trajediya kîmyabarana Helebce hate bibîranîn
Kurdistan 01:45 PM - 2024-03-16
PUKMEDIA
Merasîma Bîranîna Kîmyabarana Helebce
Îro 16.03.2024ê, 36emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, merasîmek li ser bîranîna şehîdên Helebceyê bi rêve çû û bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo ruhê pakê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Helepçeyî di xema Kurdistanê da ne
Piştre çend ayet ji Qurana pîroz pêşkêşî ruhê şehîdên Helebce hatin kirin, piştre Kamran Mistefa Rêveberê Karûbarên Şehîdan li parêzgeha Helebce piştî bixêrhatina mêhvanan got:’’ Lewma niha peyama yekrêziyê dişînin bo hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di demekê de ku Em 36 saliya şehîdan bi bîr tînin , xelkê Helebce û xizmên şehîdan ji her kesî zêdetir xema pêşeroja Herêma Kurdistanê ne.”
“Îro ji her demê zêdetir pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bîr bîne ku dîroka vî gelî bi qurbanîdan tijî ye. Li ser navê xizmên serbilind ên şehîdan û rêveberiya parêzgehê em daxwaz dikin ku bala zêdetir li ser Helebce were kirin.”Her wiha got
Parêzgarê Helebce: Divê Iraq li Helebce binêre
Qaymeqamê Helebce Azad Tofîq jî wiha got: “Em spasiya her kesî dikin, di 16’ê Adara 1988’an de em tenê ji bo xwe digiriyan, niha jî em yekemin ku xema xwe dikişînin.Parêzgeha Helebce di sala 2018ê de sê peyam hebûn, yekem peyam ji bo civaka navdewletî ku serdana hemû balyozxaneyên me kir, peyama duyem jî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ku em Helebce xwedan gelek şoreş û sembolên zordariya gelê Kurd in ‘’
Her wiha got: “Peyama me ya sêyem a ji bo hikûmeta Iraqê îro jî berdewam e û divê bizane ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi destûrî beşeke ji Iraqa îroyîn, çawa ku li Necef tê temaşekirin, divê li Helebce, Şarezûr û Hewramê jî were temaşekirin.”
Helebce berdêlên mezin daye
Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce Hoşmend Murad jî got:’’ Helebce êşeke berdewam e û hawareke berdewam e, Helebce sembola rûmet û paşerojê û nîşaneya berxwedanê ye.’’
“Helepçe di dîrokê de bûye navenda şoreş û fedakariyê, ji bo Kurd, Kurdistan û bi kurên xwe qurbaniyên mezin daye.Rêjeya mûçe û tezmînat ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye kêmkirin.”Got
Di dawiya merasîmê de çendîn çalakiyên muzîkê hatin pêşkêşkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

