Serok Bafil: Di xizmetkirina Helebce de cihêkarî heye
Kurdistan 10:39 AM - 2024-03-16
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Salvegera kîmyabarana Helebce
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebce peyamek belav kir û got:“Mixabin îro dema em vê tawana mezin bi bîr tînin, gelek gilî û kêm xizmet hene, cihêkarî di xizmetguzariyê de û ya ku ji Helebce û Helebceya serbilind re tê pêşkêşkirin, tenê di çarçoveya dirûşm û sozên bê kiryar de maye.’’
Di peyama Serok Bafil de wiha tê gotin:"Pêwîste berpirsyariya li hember ax û welat şûna fikra cihêkariyê bigire û xizmet ji bo her kesî be. Pêwîstiya Kurdistanê bi yekîtî û hevgirtinê heye, ne parçebûn û dûrbûnê. Divê em cudahiyan bikin xizmeta berjewendiyên hevpar û ji bîr nekin ku çarenûsa me yek e. ‘’
Nivîsa peyama Serok Bafil
Em îro û di her rojên jiyana xwe de şehîdên jenosîda Helebçe û berxwedana xizmên wan ên serbilind bi bîr tînin.
Mixabin îro dema em vê tawana mezin bi bîr tînin, gelek gilî û kêm xizmet hene, cihêkarî di xizmetguzariyê de û ya ku ji Helebce û Helebceya serbilind re tê pêşkêşkirin, tenê di çarçoveya dirûşm û sozên bê kiryar de maye. Ew karesata ku bi serê wî bajarî de hat, diviya bû ji bo me kurdan derseke dîrokî ya mezin bibûya û em bi ruhekî netewî û berpirsiyarane bi hev re xebat bikirana ku hêviyê vegerînin û pêşerojeke geş û aramtir ava bikin.
Divê ji her kesî re zelal be ku pêwîstiya gelê Helebce û tevahiya Kurdistanê ne hizirkirina teng û hewldana ji bo berjewendiyên taybet e, xizmetkirin û axaftin ji bo daxwazên rewa ye. Berpirsiyariya li hember ax û welat divê cihê ramana cihêkar bike û xizmet ji bo her kesî be. Pêwîstiya Kurdistanê bi yekîtî û hevgirtinê heye, ne parçebûn û dûrbûnê, divê em nakokiyên xwe bixin xizmeta berjewendiyên hevbeş û ji bîr nekin ku weke Kurd çarenivîsa me yek e.
Silav li ser ruhê şehîdan û sersaxiyê ji malbatên wan re
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

