Saadî Pîra: Em ti lîsteyekê wek metirsî li ser YNKê nabînin
Kurdistan 07:03 PM - 2024-03-15Saadî Ehmed Pîre
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ragihand:’’ YNK dê di dema diyarkirî de lîsta namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî komîsyonê bike û em ti lîsteyekê wek metirsî li ser YNKê nabînin û pêkhat jî dê di lîsteyê de cih bigirin.’’
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro ji bo diyarkirina kandîdên hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê civînek li dar xist bi Serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî .Do vê derbarê de Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîra ragihand :’’Em îro bi boneya salvegera kîmyabarana Helebceyê sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji bo qurbaniyên kîmyabaranê jî saxlemiyê dixwazin û em ji hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka niştimanî dixwazin ku navendeke tenduristiyê ji bo lêkolînên li ser av, ax, berhemên çandiniyê û zarokên nûbûyî li parêzgehê vekin.”
Her wiha got: ‘’YNK dê di dema xwe ya diyarkirî de lîsteya kandîdên helbijartinên parlamentoyê radestî komîsyonê bike û navên beşek ji namzedan jî hatine diyarkirin û di çend rojên bê de emê navên hemû berbijêran ragihînin.’’
Pîre got:“Em daxwaz dikin ku helmeta hilbijartinan ji zimanekî tund dernekeve, ji ber ku zimanê tund nebûye sedema serkeftina ti aliyekî û em ti lîsteyekê weke metirsî li ser YNKê nabînin.’’
Berdevkê YNKê got: “Beşek ji civînê ji bo gotûbêjkirina proseya hilbijartinan û diyarkirina navên berbijêran bû, di civîna bê ya Mekteba Siyasî de dê navên hemû berbijêrên hilbijartinan diyar bibin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

