YNK bi xeme û hewl dide ku Helebçe bibe parêzgeh
Kurdistan 02:34 PM - 2024-03-15
Ajans
Çiro Hema Şerîf
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê li ser navê parêzgeha Helebce Çiro Hema Şerîf di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) ragihand:’’ Ji bilî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ti aliyek din xema wê yekê nîne ku Helebce bibe parêzgeh.”
‘’Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî yekane serkirde bû ku ji bo danûstandinê ligel wan kesên ku li dijî parêzgeha Helebceyê ne, dihat Bexdayê.’’Her wiha got.
Teksta hevpeyvînê:
Pirs: Pirsa Helebce bibe parêzgeh gihêşt ku ?
-Çiro Hama Şerîf:“Di rûniştina dawî ya Parlamentoya Iraqê ya li ser mijara parêzgeha Helebceyê de, 25 parlamenteran heta xwendina sêyem a proje yasayê îmze kom kirin, lê hewl hat dayîn ku rûniştin were paşxistin ji bo ku careke din civîneke parlamentoyê pêk neyê.
Lê mixabin ev yek bû sedem ku carek din xwendina sêyem ya proje yasayê neyê kirin û paşî bêhnvedana zivistanê dest pê kir û piştî bêhnvedanê, min du caran bi nivîskî daxwaz kir ku min ev yek ji bo danîna proje yasaya parêzgeha Helebce kir.Ji bo YNKê ya girîng encam e, ne rojev e.”
Pirs: Kîjan aliyek din derva YNK hewl dide Helebce bike parêzgeh ?
Çiro Hama Şerîf: “Mixabin ti aliyek din xema pirsa Helebçeyê wek parêzgeh nîne, her çendî pirsgirêk ji bo xwendina sêyem maye, tenê serokê ku sê demjimêran piştî paşxistinê gihîşt Bexdayê Bafil Celal Talebanî bû. Serok ji bo danûstandinê bi kesên ku li dijî parêzgariya Helebce ne hat Bexdayê."
Pirs: Xwendina sêyem a mijara parêzgehbûna Helebce li ku ye?
- Çiro Hema Şerîf: “Piştî ku daxwaza min ji bo ji nû ve xwendina proje yasaya parêzgehbûna Helebceyê pêşkêş kir, ji me re gotin dema hûn dixwazin wê têxin rojevê, lê YNK li demek guncaw digere. YNK hewl dide ku ji bo Helebce bibe parêzgeh, emê dengê xwe bidin her kesê ku wek serokê parlamentoyê were destnîşankirin.”
Pirs: Sînorê parêzgeha Helebce hatiye diyarkirin?
- Çiro Hema Şerîf: “Belê, sînorên parêzgeha Helebce ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû diyarkirin, lê serokê wê demê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ew yek weke hincet nîşan da, ji ber ku kolan razî nebû ku Helebce bibe parêzgeh.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

