YNK di serhildana sala 1991ê de yekem hêz bû ku derbasî Duhokê bû
Kurdistan 11:28 AM - 2024-03-14
PUKMEDIA
Duhok
Îro 14ê Adarê 33emîn salvegera serhildana
parêzgeha Duhokê ye û tevlî parêzgehên ku di sala 1991ê de li dijî rêjîma berê
rabûn ser piyan bû.
Di 5ê Adara 1991ê de bajarê Raniye bû şahidê
destpêkirina çirûska yekem a serhildanê, devera serhildanê berfireh bû û di 7ê Adara
1991ê de gihîşt bajarê Silêmaniyê û ev bajar bi tevahî rabû, xelkê wê karîbûn
bi temamî kontrola dezgehên wê yên ewlekarî û îdarî bikin, endamên rêjîmê li
hember derbên bi êş ên şervanên mêrxas ên serhildanê reviyan. Bi vî awayî
bajarê Silêmaniyê di 7ê Adara 1991ê de hat rizgarkirin, dema ku tava serhildanê
geştir û geştir dibiriqî, di 11ê Adara 1991ê de gihîşt Hewlêrê û karî tariya
kûr a ku hebû ji holê rake.
Paşê gelê serhildanê bi lez û bez pêşdeçûna xwe
li ser rêya serkeftin û rizgariyê berdewam kir, ku bi xwîna xwe ya pak reng
kirin û çend bajaran rizgar kirin: Duhok, Koye, Şeqlawa, Helebce, Amêdî,
Mexmûr, Zaxo, Akrî, Derbendîxan, Kelar, Ciwarte, Pêncwîn, Seyd Sadiq heta
bajarê Kerkûkê ku di bîstê Adara 1991ê de rizgar bû û bi vî awayî qonaxa dawî
ya vê rêwîtiya herheyî û qehremanane bi dawî bû ku bi serkeftineke eşkere û tê
de armancên bilind ên ku serhildan ji bo wan hatibû destpêkirin, hatin bidest
xistin.
Pêşmergeyê Dêrîn Nazim Omer Debax ji PUKMEDIAyê
re ragihand: Di sala 1991ê de piştî ku çirûska serhildanê li bajarê Raniyê
derket, me hêzên xwe kirin du beş, ku yekem ber bi Hewlêrê ve û ya duyem jî ber
bi navçeya Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê ve bi rê ket.
Got jî: Hêzên me yên ku ber bi qeza Şêxan ve
diçûn, di bin fermana min de bûn û me karî berî her hêzekê derbasî parêzgeha Duhokê
bibin û piştî çend demjimêran ji cihgirtina me di nava parêzgehê de, hinek
hêzên din hatin alîkarîya me.
Ew dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê endezyar
û cîbicîkarê serhildanê ye û bi ser ket di yekxistina hêzên Kurdistanî di
çarçoveya eniya Kurdistanê de.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî cîbicîkar û
plansazkarê serhildanê ye û berî destpêkirina serhildanê, hemû hêzên çekdar ên
ser bi Yekîtiya Niştimanî ve tevgeriyan û xwe ji bo serhildanê amade kirin û bi
rastî êrîşî ser baregehên hizbî û leşkerî yên rêjîma kirin û bajarên Kurdistanê
ji Rêjîmê rizgarkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

