Latîf Nêrwayî: Pir baznayî pêşî li sextekariyê digire

Kurdistan 12:26 PM - 2024-03-10
Latîf Nêrweyî PUKMEDIA

Latîf Nêrweyî

YNK Hilbijartin

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û berpirsê desteya ragihandinê Latîf Nêrweyî di gotarekê de ku di beşa bîrore ya soranî ya PUKMEDIA hatiye belavkirin ragihand: Pirbaznayî helwesta YNKê bû, lê berhem ji bo aliyên siyasî û di berjewendiya proseya demokratî û gel de ye, ji ber ku kursiyên ti parêzgehekê naçe parêzgeheke din û dawî li sîstema yek bazneyî ku bûye sedema nakokiyan tê ku ev çend salan bûye pirsgirêk di navbera Yekîtî û Partî de.

Ragihand jî ku: Li gorî pîvanên demokrasîya pir baznayî ji yek-baznayî baştir û serketîtir e, ji ber ku Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan baştir dikare dengderên rasteqîn ên her parêzgehekê ji dengên sexte cuda bike û bingehek baştir ji bo nehiştina sextekariyê peyda bike.

Nêrweyî dibêje di heman demê de her berbijarek ku bi ser bikeve dê nûneratiya dengderên parêzgeha xwe bike û dikare rasterast û ji nêzîk ve çavdêrî û nûneratiya parêzgehê û dengderên wê bike, ji bo partiyên siyasî, her aliyek dikare bernameyekê bo parêzgehan amade bike.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket