Avakirina Komîteya Bilind a Asayîşa Hilbijartinên Kurdistanê

Kurdistan 04:30 PM - 2024-03-09
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Arşîv

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Asayîş

Li Herêma Kurdistanê bi biryara Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Komîteya Bilind a Asayişa Hilbijartinan hat avakirin û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî bi nûnertiya dadwerekî ku endamê desteya komîsyonê ye, di wê komîteyê de cih digire.

Di vê derbarê de, Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Cumana El-Gelayî di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya PUKMEDIA re ragihand: “Bi biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, komîteya Bilind Asayîşa a Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinan hat avakirin û Komîsyona Hilbijartinan jî ji aliyê dadwer Amer Mûsa El Huseynî ve tê temsîlkirin.”

Komîteya Asayişê aramiya hilbijartinane

Derbarê erkên Komîteya Asayişê de jî, Cumana El-Geleyî eşkere kir ku: Komîteya Bilind a Asayişê ewlekarî û aramiya proseya hilbijartinan diparêze û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi hêsanî, asan û aramî birêve diçe ku  Karê komîteyê "ewlekirina ofîsên hilbijartinê li parêzgehan, navendên tomarkirinê, embar û navendên ewlehiyê ye."

Berdevka Komisyonê her wiha got: "Parêzî û asayîşa dengderan di roja dengdanê de jî yek ji erkên Komîteya Bilind a Ewlekariya Hilbijartinan e û di derbarê embaran de jî erka wan ew e ku malzemeyên hilbijartinê yên tê de hene, ewle bikin wekû  alavan, form û malzemeyên girêdayî hemû pêvajoya hilbijartinê bişînin."

Zêdeyî 90 hezar kartên biyometrîk
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Cumane El-Geleyî di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Kertên dengdanê li Herêma Kurdistanê ji kanûna duwem 2024 heta 6 meha adarê li ser welatiyên Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin.92 hezar û 514 kertên biyometrîk, li Hewlêrê 17 hezar û 317, li Duhokê 17 hezar û 17 û li Silêmaniyê 58 hezar û 180 kertên biyometrîk.
Hejmara dengdêrên nû tomarkirî

Cumene El-Geleyî dibêje: Li Herêma Kurdistanê ji 1ê Şibata 2024ê heta 5ê Adara 2024ê hejmara dengderên nû yên tomarkirî 109 hezar û 188 dengderên biyometrîk, li Hewlêrê 54 hezar û 199, li Duhokê 24 hezar û 347 û li Silêmaniyê jî 30 hezar û 472 dengder hene.

Hejmara hemwelatiyên mafê dengdanê di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de 3 milyon û 789 hezar û 360 welatî ye.

Komîsyon di amadekariyên xwe de berdewame

Cûmana El-Geleyî dibêje: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan amadekariyên xwe berdewam dike ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî (10.06.2024) li gorî pîvanên navdewletî.

Wê got jî: dawîn roja tomarkirina biyometrîkî ya dengderan li Herêma Kurdistanê, bidawîhatina dema karê fermî ye li 10/3/2024, bi mebesta tomarkirina hemû zanyariyên dengderan li herêmê û derfetek berfirehtir bo beşdarbûna di hilbijartinên parlamentoyê de.
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket