YNK û PSDK: pêwîstiya proseyeke paqij û dadmend ya hilbijartina
Kurdistan 01:42 PM - 2024-03-09
Nivîsgeha Ragihandinê ya Derbaz Kosret Resûl
Civîna YNK û PSDK
Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Gula Xanê serdana Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Serokê wê Mihemed Hacî Mehmûd ve hat pêşwazîkirin.
Şanda YNKê bi serokatiya endamê Mekteba Siyasî Derbaz Kosret Resûl Elî û beşdarbûna endamê Mekteba Siyasî Mîran Mihemed, her wiha endamên serkirdayetiyê Feysel Kerîm Xan, Salar Lala Serhed û Letîf Nêrweyî û berpirsê Malbenda Şarezorê Omer Hacî Ehmed pêk dihatin û ji aliyê Mihemed Hacî Mehmûd serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û şanda pê re hatin pêşwazîkirin.
Mihemed Hacî Mehmûd: Em ê pêkhateya herêmê biparêzin
Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Hacî Mehmûd piştî civînê di kongreyeke rojnamevanî de got:“Me bi YNK’ê re li ser parastina statuya herêmê û parastina rewatiya saziyên xwe yên destûrî li hev kir.’’
Her wiha got: ‘’Em dixwazin destkeftên xwe û dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê biparêzin, bi taybetî ku niha Herêma Kurdistanê, Iraq û herêm di rewşeke nehevseng re derbas dibin.’’
Derbaz Kosret Resûl: Em Kurdistaneke bihêz dixwazin
Berpirsê Buroya Pêwendiyên YNKê Derbaz Kosret Resûl ragihand: “Piştî kongreya pêncemîn, YNKê bi dirûşma yekrêziya di navbera partiyan de ji bo Kurdistaneke bihêz serdana partiyên din ên Kurdistanê kiriye û serdana me bo Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PDK) di vê çarçoveyê de ye.”
Wî zêde kir:“Di serdana xwe de me careke din piştevaniya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir û weke hevpeyîmanê xwe dizanin.’’
Derbarê hilbijartinên bê yên parlamentoyê de jî, Berpirsê Buroya Pêwendiyên YNKê wiha got:Herçend ku em ber bi hilbijartinên parlamentoyê ve diçin, lê em bi yekrêziya rasteqîn bawer in û YNKê biryar daye ku bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinan bibe û li her cihê ku pêwîst be hevpeymaniyê pêkemê bînin û got:’’ “Em alîgirê dabeşkirina kursiyên pêkhatana li ser herêman bûn, ne ku hemû kursiyên wan bên rakirin.’’
Li gor zaniyariyên PUKMEDIA ,di civînê de tekezî li ser jiyana hevbeş û xebata di çarçoveya rêxistinî de bi rêya diyaloga nûjen ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan hat kirin.Çareserkirina kêşeyan li gel Hikûmeta Federal a Iraqê û gotûbêjkirina mûçe û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê mijareke din e hevdîtinê bû.Her wiha di civînê de tekezî li ser birêveçûna proseyeke paqij û dadmend ya hilbijartinên Herêma Kurdistanê hate kirin ku biryar e 10-6-2024 birêve biçe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

