Serok Bafil: Binpêkirina maf û azadiya jinan xeta sor e
Kurdistan 04:09 PM - 2024-03-08
Taybet
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil
Celal Talebanî bi boneya hatina roja cîhanî ya jinan peyameke pîrozbayî belav
kir û tê de piştevaniya Yekîtiya Nîştimanî ya ji bo têkoşîna jinan ji bo
bidestveanîna mafên xwe dubare kir.
Naveroka peyama Serok Bafil Celal Talebanî wiha
ye:
Bi boneya hatina roja cîhanî ya jinan ez
pîrozbahiyê li hemû jinên Kurd dikim û bi taybetî ji dil û can silavên hezkirin
û wefadariyê ji dayîkên şehîdên pakrewan re dişînim û spasiya dilsozî û berxwedana
wan dikim.
Dîroka jinên Kurdistanê di têkoşîn û şoreşên
curbicur ên gelê Kurd de geş û bi zêran hatiye xemilandin, lewra em hertim bi
hurmet li wan dinirin û bi serbilindî wan bi bîr tînin.
Jinên Kurd di têkoşîna bidestxistina maf û
azadiyan de wêrek û pêşeng bûn, ji bo wekheviya civakî û li dijî cihêkariya
zayendî rawestiyan fedekariyên mezin kirin, niha jî di hemû qadên jiyanê de
xwedî roleke aktîf û bibandor in. xwedî beşdarbûna berfireh di navendên
biryardanê de ne.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim
piştevan û piştevanê jinan bûye û şanaziyê bi wê yekê jî dikin û emê wek berê
berevankar û bidestveanîna mafên wan bin û deriyên partî û saziyên me vekirîne
ji wan re, rola xwe bi cih bînin û bi awayekî aktîf beşdarî qadan, çalakî û
civakê bibin.
Me soz daye û em careke din soza xwe nû dikin,
ku binpêkirina maf û azadiyên jinan xeta sor e û em rê nadin ku mafên wan bi ti
hincet û navekî bên desteserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

