Yekîtiya niştimanî... xizmeta welatiyan li navçeyê û berevaniya maf li Bexdadê
Kurdistan 01:32 PM - 2024-03-07
PUKMEDIA
Logoy Yekîtî û Êraq û Herêm
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê wek berê endezyar û agir vêxistina serhildana gelê Kurdistanê bû,
niha jî ji bo şopandina rêya serokê nemir Mam Celal û biryarên kongireya pêncem
a ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê dixebite, û li paytext Bexda jî
berevankarê rastî yê mafên rewa yên gelê Kurdistanê ye.
Serok Bafil: Em destûra bingehîn a Kurdan li Bexdadê diparêzin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya salvegera serhildana gelê Kurdistanê di peyamekê de ragihand: Em bi vê yekê dizanin ku rexne gelek in û armancên ku ji bow ê xwîn hatibûn rijandin wek tê xwastin pêk ne hatine,, ji ber ku xizmetguzarî ne di asta pêwîst de ne, lê wek ku me berê jî soz dabû we ku em ê vê rêya xelet a siyasetê rast bikin û destûrê li navenda biryarên siyasî yên Bexdayê de biparêzin, em dûpat dikin ku Yekîtiya Niştimanî qet nabe hêzek ku pişta xwe bide gelê xwe.
Yekîtiya Nîştimanî dev ji xizmeta welatiyan bernade
Endamê Encumena Serkirdayetiyê û Berpirsê Navenda Rêxistina Silêmaniyê ya Yekîtiya Niştimanî Ziyad Cebar ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî wekî berê pêşenga daxwazên nifşên serhildanê û avakirina Sîstema desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê bû, niha bi nêrîneke nû û nûjen ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî û xêzkirina giyana serhildanê kar dike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi şopandina rêbaza serokê nemir Mam Celal û biryarên kongireya pêncem, li ser mafên rewa yên gelê me tawîz nade û rêya hukimdariyê û karê wê serast dike. Girîngiyê didei dabînkirina mûçe û parastina can û mal û milkên welatiyan û pêşxistina demokrasî û azadiya derbirînê ye û di heman demê de kar ji bo bihêzkirina peywendiyan bi hikûmeta federal re dike ji bo peydakirina mafên darayî yên destûrî ji gelê Kurdistanê re.
Yekitiya Neteweyî hilgirê meşaleya rê rastkirinê ye
Endamê Encumena Serkirdayetiyê û Berpirsê Navenda Rêxistina Soran a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) Xidir Mistefa dibêje: Yekîtî weke berê hilgirê meşaleya serhildanê , azadiyê ye, niha meşaleya serrastkirina rêbaza rêveberiyê û xizmetkirina welatiyan hildigire.
Got jî: Stratejiya ku niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser kar dike bo bexteweriya welatiyan û dabînkirina pêdiviyên wan, berdewamiya nêzîkatiya Serok Mam Celal e û pêngavên vê dawiyê yên Serok Bafil Celal Talebanî tekez dikin ku Yekîtiya Niştimanî bi awayekî piraktîkî kar ji bo xizmetkirina welatiyan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

