Komîsyon: Zêdetirî 90 hezar kartên biyometrîk li ser dengdêran hatin dabeşkirin

Kurdistan 12:31 PM - 2024-03-07
 Hilbijartin PUKMEDIA

Hilbijartin

Hilbijartin

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di çarçoveya amadekariyên berdewam ên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku biryar e di 10-6-2024 de birêve biçe, hejmara dengderên nû li Herêma Kurdistanê û hejmara kartên biyometrîk li ser welatiyan hatine dabeşkirin eşkere kir.

Zêdeyî 90 hezar kartên biyometrîk
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Cumane El-Geleyî di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Kertên dengdanê li Herêma Kurdistanê ji kanûna duwem 2024 heta 6 meha adarê li ser welatiyên Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin. 92 hezar û 514 kertên biyometrîk, li Hewlêrê 17 hezar û 317, li Duhokê 17 hezar û 17 û li Silêmaniyê 58 hezar û 180 kertên biyometrîk.

Hejmara dengdêrên nû tomarkirî
Cumene El-Geleyî dibêje: Li Herêma Kurdistanê ji 1ê Şibata 2024ê heta 5ê Adara 2024ê hejmara dengderên nû yên tomarkirî 109 hezar û 188 dengderên biyometrîk, li Hewlêrê 54 hezar û 199, li Duhokê 24 hezar û 347 û li Silêmaniyê jî 30 hezar û 472 dengder hene.
Hejmara hemwelatiyên mafê dengdanê di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de 3 milyon û 789 hezar û 360 welatî ye.

Komîsyon di amadekariyên xwe de berdewame
Cûmana El-Geleyî dibêje: Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan amadekariyên xwe berdewam dike ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî (10.06.2024) li gorî pîvanên navdewletî.
Wê got jî: dawîn roja tomarkirina biyometrîkî ya dengderan li Herêma Kurdistanê, bidawîhatina dema karê fermî ye li 3/10/2024, bi mebesta tomarkirina hemû zanyariyên dengderan li herêmê û derfetek berfirehtir bo beşdarbûna di hilbijartinên parlamentoyê de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket