Ji Zimanko bo Azad bi 7-3 ahang bikin
Kurdistan 10:33 AM - 2024-03-07
PUKMEDIA
Serhildana Silêmanî
Roja Pêncşemê 03.07.2024ê xelkê parêzgeha
Silêmaniyê serhildana bajarê Silêmaniyê li dijî rêjîma Beis a dîktator bi bîr tînin.
Di vê rojê de xelkê bajarê Silêmaniyê serdana
mezarên şehîdan dikin ku canê xwe feda kirine bo rizgar kirina gelê Kurdistanê
ji gemariya desthilatdariya şovenîst a rêjîma Sedam Husên.
Gelê Kurdistanê di 5’ê Adara 1991’an de li dijî
rêjîma dîktatorê Sedam Husên serî hilda, hêzên pêşmerge û gelê Kurdistanê
destanên qehremanane nivîsandin ku bû sedema azadkirina axa Kurdistanê ji
qirêjiya Beisiyan.
Çirûska yekem a vê destanê di 5'ê Adara 1991'an
de ji bajarê Raniyeyê yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê hat avêtin.
Di rojên wiha de her sal gelê Kurdistanê vê
dastana qehremanane bi bîr tînin ku ji aliyê gelê bindest ve li dijî rêjîma
herî diktator ku herî hovane zilm û hovîtî li dijî gelê aştîxwaz ên Kurdistanê
kir û ev rêjîm li ser singê gel zor kiribû ji sê deh salan zêdetir e.
Di 5'ê Adara 1991'an de li bajarê Raniya yê
girêdayî rêveberiya Raperîn yekemîn çirûska serhildana lehengiya gelê
Kurdistanê dest pê kir û qada serhildanê berfireh bû û di 7'ê Adarê de gihişt
bajarê Silêmaniyê. û ev bajar tev rabû, ji ber ku xelkên wî karîbûn kontrola
tam li ser dezgehên ewlekarîyê û rêvebiriya tê de bi dest bixin, û reva endamên
wê ji hêmanên rêjîmê yên ketî piştî ku wê rûxiya li hember derbên bi êş ên Şervanên
leheng ên serhildanê bi ser wan de û bi vî awayî bajarê Silêmaniyê di 8ê Adara
1991ê de hat rizgarkirin, di 11ê Adara 1991ê de ev çirûsk gihîşt Hewlêrê û
karîbû bi temamî tarîtiya ku li ser vî bajarî bû rakin weke hemû bajarên din ên
Herêma Kurdistanê.
Paşê xelkê serhildanê bi lez û bez pêşveçûna
xwe li ser rêya serketin û rizgariyê berdewam kirin û çend bajarên din rizgarkirin:
Duhok, Koye, Şeqlawe, Helebce, Amêdî, Mexmûr, Zaxo, Agirî, Derbendîxan, Kelar, Çiwarte,
Pêncwên, Seyd Sadiq û hemû navçeên Kurdistan bi dawî bû bajarê Kerkûkê ku di
bîstê Adara 1991ê de azad kir û bi vî awayî qonaxa dawî ya vê rêwîtiya herheyî
û qehremanane bi dawî kir. bi serkeftineke eşkere bi dawî bû û tê de armancên
bilind ên ku serhildan ji bo wan hatibû destpêkirin, hatin bidestxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

