Dewreya perwerdeya pêşmergeyan bi dawî bû

Kurdistan 09:41 PM - 2024-03-06
 Dewreya taybet a  pêşmergeyên hêzên 70 Daxuyaniya Hêzên 70

Dewreya taybet a pêşmergeyên hêzên 70

Pêşmerge

Dewreya rahênanê ya 9 heftiyan a hejmarek pêşmergeyên hêzên 70 bi dawî hat.

Roja 06.03.2024ê, bi amadebûna Serleşker Omer Salih Hesen, hejmarek ji fermandarên hêzên 70 û berpirsê hêzên taybet ên Îtalya li Silêmaniyê, merasîmek hat lidarxistin û bawernameyên beşdaran hatin dayîn.

Dewreya ku 9 hefte dom kir li Baregeha Perwerdeya Hêza 70emîn hat lidarxistin û ji aliyê Hêzên Taybet ên Îtalyayê ve hat çavdêrîkirin.

Armanca vê korsê di çarçova alîkarî û piştevaniya serbazî ya hevpeymanan de ye, ji wan jî hêzên Îtalya bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, zêdekirina şiyanên leşkerî yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike