YNKê: Destkeftiyên serhildanê dê bi yekrêziyê bên parastin
Kurdistan 03:28 PM - 2024-03-05
PUKMEDIA
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saadî Ehmed Pîre
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:“Parastina destkeftiyên serhildanê li bajar û bajarokên me û cîbicîkirina maddeya 140 a destûrê, tenê bi yekrêzî pêk tê û beravajî di pêwendiyên me de, tu feydeyê nade me.’’
Gihêştin bi serhildanê ne hêsan bû
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîra bi boneya 33. salvegera serhildana gelê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist û got:“Ne hêsan bû ku bigihêjin rojeke weke serhildanê, hilbijartinên parlamento û avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, tenê di roja Enfalê de zêdetirî 180 hezar kes bi saxî hatin qetilkirin û gelek gund hatin wêrankirin.’’
Her wiha got: “Ew encama serhildan û azadiya gelê Herêma Kurdistanê ye, ku di heyama 33 salên borî de me 5 hilbijartinên Parlamentoyê pêk anîn û em ber bi hilbijartina şeşemîn ve diçin ku proseyeke demokratîk e.’’
Nerêkî têkiliyên me bi kêrî me nayê
Derbarê çawaniya parastina destkeftiyên serhildanê de jî berdevk wiha got:’’Pêkanîna xala 140 a destûrê tenê bi yekîtiyê pêk tê û nerêkî di têkiliyên me de tu feydeyê nade me.”
Bêhurmetiya li hember Pêşmerge bêhurmetîye li hember cîhanê ye
Saadî Ehmed Pîre di derbarê berdewamiya rola Pêşmerge de wiha got:“Her bêhurmetiyek li hember Pêşmerge, bêhurmetiya li hember hemû cîhanê ye, ji ber ku Pêşmerge bû ku li ser navê hemû cîhanê şerê terorê kir.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

