Ji bo hilbijartina 4 navçe û 100 kursî hatine avakirin
Kurdistan 05:36 PM - 2024-03-04
PUKMEDIA
Parlamentoya Kurdistanê
Biryare Hilbijartinên Parlementiya Kurdistanê di 10-6-2024 de birêve biçe, Encumena Komisyonên Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan system û rênimayên taybet bi hilbiojartinan pejirand û Herêma Kurdistanê li ser 4 bazneyan hate dabeşkirin her yek li parizgahekê.
4 Bazneyên hilbijartinê û dabeşkirina kursiyanCumana El-Ghelayî di daxuyaniyeke taybet de digel PUKMEDIA yê re dibêje: Herêma Kurdistanê li ser çar navçeyên hilbijartinan hatiye dabeşkirin: Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce ku 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî bo Silêmaniyê, 25 kursî ji bo Duhokê û 3 kursî bo parêzgeha Helebce.
Her du partiyên siyasî hevpeymaniyekê çêdikinTomarkirina hevpeymaniyan ji (5/3/2024) vebûye û dê heta (14/3/2024) berdewam be û nayê dirêjkirin û tomarkirin li baregeha karûbarê partî û rêxistinên siyasî li Bexda tê kirin û li buroyên hilbijartinê yên li parêzgehên herêmê. Mafê du partiyên siyasî heye ku bibin hevpeyman û lîsteyên namzedên xwe ji bo beşdariya di hilbijartinan de pêşkêş bikin. û partiyên siyasî divê li her baznayeke hilbijartinê yek lîste ji namzetan re pêşkêş bikin û destûr nayê dayîn ku partî di zêdetir ji yek hevpeymaniyê de beşdar bibin.
Mercên namzedê Parlamentoya KurdistanêCumana El-Geleyî dibêje: Namzedê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêwîst e hemwelatiyê Herêma Kurdistanê be, rûniştvanê navça hilbijartinê ya ku tê de namzed be û bîst û pênc salî zêdetir be û di xwendin û nivîsandinê de şareza beû ti hikim li ser tine be.
Çawaniya tomarkirina hevpeymanên siyasîKomîsyon ji hevpeymaniya siyasî 5 milyon dînarên Êraqî werdigire, ku nayê vegerandin.
Mercên vekişînêPartî yan rêxistina siyasî mafê wê heye ku berî bidawîhatina dema şandina lîsteyên namzedan, xwe ji hevpeymaniya siyasî ya tomarkirî vekişîne û di nav partiyên ku di nav wê de hatine organîzekirin de hevpeymanî bimîne. Hevpeymanî tê hilweşandin eger ji 2 partiyan pêk tê û yek jê vekşe, herweha vekşandin jî wê tenê bi xwestina ji serokê partiyê an serokê Hevpeymaniyê be.
Hejmara kertên BiyometrîkKartên dengdanê yên li Herêma Kurdistanê ji 1ê Kanûna Pêşîn a 2024ê heta 29ê Sibata 2024ê 81 hezar û 704 kartên biyometrîk, li Hewlêrê 16 hezar û 511, li Duhokê 14 hezar û 179 û li Silêmaniyê 51 hezar û 14 kartên biyometrîk li ser welatiyan hatine dabeşkirin.
Hejmara dengdêrên nû qeydkirîLi Herêma Kurdistanê heta 28ê Sibata 2024ê hejmara dengdêrên tomarkirî 76 hezar û 484 dengderên biyometrîk, li Hewlêrê 34 hezar û 888, li Duhokê 21 hezar û 203 û li Silêmaniyê jî 20 hezar û 357 dengder in.
Hejmara hemwelatiyên mafê dengdanê di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de 3 milyon û 789 hezar û 360 hemwelatî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

