Yekîtiya Niştimanî li Kerkûkê li gel Partiya Demokrat dicive
Kurdistan 10:38 AM - 2024-03-04
PUKMEDIA
Kongreya Rojnamevanî
Biryar e Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
bajarê Kerkûkê ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê civînekê lidar bixe û çend
dosyayên hevbeş gotûbêj bike.
Berpirsê Navenda Rêkxistinên Kerkûkê ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rewend Mella Mehmûd ji PUKMEDIA re ragihand:
Niha Yekîtiya Niştimanî dê îro Duşemê pêşwaziya şandeke Partiya Demokrat a
Kurdistanê li Kerkûkê bike.
Got jî: Di civînê de dê behsa bihêzkirina
peywendiyên dualî û rewşa niha ya Kerkûkê were kirin û herwiha pirsa pêkanîna
hikûmeta herêmê bi beşdariya hemû aliyên ku di hilbijartinan de bi ser ketine,
were gotûbêjkirin.
Aliyên serketî li ser berdewamiya gotûbêjên
dualî razî ne
Duh bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û Serokwezîrê Encumena Wezîrên Federal Mihemed
Şeya Sûdanî, serkirdeyên aliyên siyasî yên serketî di hilbijartinên Encûmena
Parêzgeha Kerkûkê de duh duyemîn civîna xwe li Bexdadê li dar xistin.
Di hevdîtinê de li ser berdewamiya gotûbêjên
dualî di navbera aliyên siyasî yên serketî de hat destnîşankirin ku li ser
kaxezên xebatê yên ku di hevdîtinê de hatine pêşkêşkirin, di nava du hefteyan
de yek kaxez were danîn û şêwaya hevkariyê ku pirsgirêkên di navbera hêzên
siyasî yên cuda de çareser dike, bi awayekî ku leztir bigihê bijartinê,
parêzgarê nû û hilbijartina serokê encûmena parêzgehê.
Di civîna yekem a hêzên siyasî yên Kerkûkê de
li ser çend pirensîp li hev kirin, ji wan jî rêkeftina avakirina hevpeymaniyek
ji bo birêvebirina Kerkûkê ji hemû hêzên serketî, ku bibe sîwaneke siyasî ji bo
wê, Serokwezîrê Federalî serokatiya civînên hevpeymaniyê bike heta ku mafên
destûrî yên di avakirina hikûmeta xwecihî de pêk werin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

