Yekîtî ji bo hilbijartinên şeşemîn civîna Parlamentoya Kurdistanê amade ye
Kurdistan 06:54 PM - 2024-03-03
PUKMEDIA
Rizgar Hecî Heme
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amadebûna xwe
ji bo hilbijartinên şeşemîn civîna Parlamentoya Kurdistanê ragihand, ku Serokê
Herêma Kurdistanê biryar daye (10.6.2024) û berpirsê ofîsa hilbijartinan jî
dibêje: “Yekîtiya Niştimanî Hîn biryar nedaye ku hevpeymaniyan pêk bînin.”
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hac Hema di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re, di
derbarê pêşhatên girêday hilbijartinan de tekez kir: Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê
bi temamî ji bo hilbijartinan şeşem a parlamentoya Kurdistanê di roja ku ji
aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve roja 6/10/2024 hatiye diyarkirin amade ye.
Berpirsê ofîsa hilbijartinan got jî: Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê heta niha biryar nedaye ti hevpeymaniyek bo beşdariya
di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de pêkbîne û li hemû navçeyên
hilbijartinan jî dê lîsteyeke serbixwe hebe.
Îro yekşemê 03.03.2024ê birêz Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê li ser bingeha xala
(duyem) madeya (yekem) ya yasaya guhertina hejmara (1) ya serokatiya Herêma
Kurdistanê ya sala 2005ê hat, ku li gor wê biryarê Nêçîrvan Barzanî serokê
herêma Kurdistanê biryar da (10/6/2024) wek roja hilbijartinên giştî ji bo
rûniştina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê be.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî
îro Yekşemê bang li aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku li Herêma Kurdistanê
xebatên xwe yên siyasî dikin û dixwazin beşdarî hilbijartinên civîna şeşem a
Parlamentoya Kurdistanê bibin, ku hevpeymaniyên di maweya herî zêde 9 rojan de
tomar bikin, tomarkirin dê di nav baregeha karûbarê Partî û Rêxistinên Siyasî
de li Bexdayê û li navendên hilbijartinan li parêzgehên herêmê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

