Der barê girtiyên li Badînanê de dê serlêdana hiqûqî bê kirin

Kurdistan 11:31 PM - 2024-03-01
Binpêkirina azadiya çapemeniyê PUKMEDIA

Binpêkirina azadiya çapemeniyê

Rojnamevanan

Nûnerê Girtiyên Badînan Ayhan Seîd di daxuyaniyekê de ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên welatan û UNAMI ragihand: “Pêvajoyeke metirsîdar û qonaxeke din a gilî û cezakirina girtiyên berê yên li Badînanê dest pê kiriye.’’

Nûnerê Girtiyên Badînanê di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin de wiha got: “Li dijî Omîd Baroşkî, Mela Şvan Seîd, Harîwan Îsa, Ayaz Karam û Dr.Amer Mazûrî giliyê nû yê yasayî hatiye kirin.’’

Di daxuyaniya 1-3-2024 de, wiha hat gotin: “Bi vekirina dosyayên nû ji bo girtiyên li Badînan û ne serbestberdana Şêrwan Şêrwanî, Qereman Şukrî û girtiyên din, dê serî li dadgeha federalî û dadgehên biyanî yên din bên kirin.’’

Îro 28.02.2024ê Konsulxaneya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û tê de dilgiraniya xwe derbarê binpêkirinên azadiya rojnamevaniyê li Duhokê nîşan da.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket