Washington: Em ji binpêkirina azadiya çapemeniyê li Herêma Kurdistanê nîgeran in
Kurdistan 03:49 PM - 2024-02-29
PUKMEDIA
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê
Amerîka nerihetiya xwe derbarê binpêkirinên li dijî azadiya
rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser piştevaniya xwe ji
bo cîbicîkirina yasaya rojnamevaniyê û mafê wergirtina zanyariyan li herêmê
kir.
Ev yek îro pêncşemê 29.02.2024ê li ser rûpela xwe ya fermî li ser
tora civakî (Facebook) ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ve
hatiye belavkirin û PUKMEDIA jî wêneyek jê wergirt û şopand.
Konsulxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand: Em nerihetiya
xwe ji bihîstina nûçeyên derbarê binpêkirinên vê dawiyê yên li dijî azadiya
çapemeniyê, di nav wan de girtina rojnamevan û çalakvanan li bajarê Duhokê di
heyama heftiya borî de û herwiha rêgirtina li ser rûmalkirina kanalên medyayî,
nîşan didin ku serdana vê dawiyê ya Serokwezîr bo Helebceyê, ku xuya dike ku ji
aliyê siyasî ve hatiye kirin.
Got jî: "Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê piştevaniya
cîbicîkirina tam ya yasayên derbarê karê rojnamevanî û mafê bidestxistina
zanyariyan li Herêma Kurdistanê dike û herwiha piştevaniya şiyanên azad û
bêsînor ên rojnamevanan dike ji bo pêkanîna erkên xwe."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

