Biryar bandorê li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê nake
Kurdistan 08:02 PM - 2024-02-25
PUKMEDIA
Dadgeha Federal
Endamê
Civata Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed Axa ji
PUKMEDIA re ragihand: Biryarên Dadgeha Federalî ti bandorê li ser pêkhate û
ezmûna Herêma Kurdistanê nake.
Got jî:
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê parêzvanê rasteqîne yê çarçoweya Herêma
Kurdistanê ye û Serok Bafil Celal Talebanî jî gelek baldare ji bo parastina
çarçoveya Herêma Kurdistanê ji ber ku Herêm bi xwîna şehîdên Yekîtiya Niştimanî
hatiye damezrandin.
Siyasetên şaş bû sedema lawazbûna herêmêAras Mihemed Axa dibêje: lawazbûna Herêma Kurdistanê ji ber siyasetên şaş ên hinek aliyên siyasî derketiye holê û em gelekî hajê hene ku çarçoveya Herêma Kurdistanê biparêzin.
Got jî: em dibînin ku parastina Herêma Kurdistanê û ezmûna wê ya demokratîk yek ji karên pêşîne yên karên me ye û em ti gavekî neavêjin ku pêkhateya Herêma Kurdistanê lawaz bike, û ya ku Yekîtiya Niştimanî dike jî ew e hewldana domdar ji bo vegerandina mafên welatiyan li gorî Destûr û yasayên heyî.
Herêma Kurdistanê di destûrê de hatiye îspatkirin
Endama Komîteya Herêm û Parêzgehan di Civata Nûneran de Kurde Omer Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: Herêma Kurdistanê di destûra herdemî ya Êaqê de cih girtiye.
Wê got jî:
Kes nikare destûrê binpê bike û hewla lawazkirina Herêma Kurdistanê bide, ji
ber ku ev navçe piştî salên dirêj bi tekoşîna gelê Kurd û qurbanîdana mezin
hatiye ava kirin û ne hêsan e ku Herêma Kurdistanê were hilweşandin an jî
desthilatên wê werin binpêkirin, û em kar ji bo wê yekê dikin ku Herêma
Kurdistanê mûçeyên xwe yên darayî werbigire û mûçeyên karmendan bide.
Wê got:
Biryarên Dadgeha Federalî bi ti awayî bandorê li ser pêkhateya Herêma
Kurdistanê û ezmûna wê ya demokratîk nake.
Herêma Kurdistanê pêkhateyeke destûrî ye
Endamê
Komîteya Yasayî li Civata Nûneran Dara Heme Ehmed Hesen di daxuyaniyeke taybet
de ji PUKMEDÎyê re ragihand: Herêma Kurdistanê pêkhateyeke destûrî ye ku di
destûrê de cih girtiye û em hemû jî dizanin ku destûr desthilatdariya herî
bilinde li welête.
Got jî: di
qonaxa niha da ti metirsî li ser pêkhateya herêma Kurdistanê nînin û biryarên
dadgeha federal jî bandorê li ser pêkhateya herêma Kurdistanê nake.
Bi biryarên Dadgeha Federal re bi berpirsiyarî tevbigerin
Dara Heme
Ehmed Hesen dibêje: Divê berpirsên Herêma Kurdistanê bi hemû berpirsatiya xwe
bi biryarên Dadgeha Federalî re rûbirû bin û Serokatiya Herêmê jî bi aliyên
siyasî re bişêwire û roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
diyar bike.
Got jî:
Herêma Kurdistanê bi rêya hilbijartinan dikare vegere cîhê xwe yê xwezayî û
dawî li hemû kêşeyên yasayî bîne, pêwîste hikûmet bi hikûmeta federal re
hevkarîyê bike ji bo dawî anîna kêşeya mûçe û mûçeyên karmendan û kêşeyên
darayî.
biryara baş
Şêrwan
Mîrza endamê komîteya darayî ya parlemantoyê di rûniştina berê ya civata
nûneran de ji PUKMEDIA re ragihand: Ev biryara ku tê amaje bi wê yekê dike ku
Banka Navendî bi mûçeyên karmendan re mijûl bibe, biryareke başe û bi rêya
federaliyê mûçeyên karmendan dabîn dike.
Got jî: Di
biryarê de gelek xal hene ku alîkarîya derbaskirina rewşa xirab a aborî li
Herêma Kurdistanê dikin û divê hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ji bo cîbicîkirina
wan biryaran hevkarîyê bikin.
Got jî: Ev
biryar tu bandorê li serwerîya herêma Kurdistanê nakin, belku derfeteka başe bo
hikûmeta herêma Kurdistanê daku mûçeyên karmendan dabîn bike, kirîza darayî
derbas bike û kêşeyên darayî yên ku zêdetir ji 10 salane li benda wane, bi dawî
bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
02:23 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
11:36 AM - 2026-08-23 -
Bîranîna fermandar Nazim Kerkûkî bilind hat ragirtin
09:17 AM - 2026-08-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:57 PM - 2026-08-23 Serok Bafil û Helbûsî: Çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştin û bingehên destûrî
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
05:18 PM - 2026-08-23
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
03:55 PM - 2026-08-23
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
02:47 PM - 2026-08-23
Qubad Talabanî: Banka cînî a Silêmaniyê yek ji projeyên herî girîng ên nîştimanî ye
01:18 PM - 2026-08-23
zortrin xwendraw
-
Hevxemiya Serok Bafil ji bo koça dawî ya birêz Feyzulah Heme Reş
YNK 03:12 PM - 2026-08-23 -
Şeybanî:Peywendiyên navbera me û Îsraîlê niha qut bûne
Cîhan 03:55 PM - 2026-08-23 -
Alîkariya darayî ya hevpeymaniyê ya heyva Tîrmehê tê dabeşkirin
Kurdistan 05:18 PM - 2026-08-23 -
Hewla nûjenkirina perestgeha Eyn Dara û çend cihên din li Efrîn tê dayîn
Kurdistan 02:47 PM - 2026-08-23 -
Îraq girtiyên biyanî dişîne welatên wan
Êraq 03:36 PM - 2026-08-23 -
Di erdheja li Japonê de zîdetirî 30 kes birîndar bûn
Cîhan 02:23 PM - 2026-08-23 -
Emcûmena Nûneran çend projeyasayan gotûbêj dike
Êraq 12:11 PM - 2026-08-23 -
Bi amadebûna Qubad Talebanî yekemîn banka cînî riwekan li Silêmaniyê tê vekirin
Kurdistan 11:36 AM - 2026-08-23



.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

