Dîdara Jin û Dîplomasî li Hewlêrê birêve diçe
Kurdistan 02:32 PM - 2024-02-23
Nivîsgeha rojnamevanî yê Qubad Talebanî
Qubad Talebanî
Bi amadebûna Qubad Talebanî
Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bi beşdariya hejmareke mezin
ya dîplomatên jin ên Herêma Kurdistanê û balyozxane û konsulxaneyên welatên
biyanî yên li Hewlêrê, çalakiyên Dîdara Jinên Diplomasî li Hewlêrê dest pê kir.
Di her du hevdîtinan de Cîgirê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa girîngiya rola jinan û beşdariya wê di hemû
waran de û di warê dîplomatîk de jî kir û got: Jinan îsbat kiriye ku di warê
dîplomatîk de dikare bi ser bikeve. ji ber ku karîne di warên din de bi ser
bikevin û bi awayekî serkeftî xizmeta berjewendiyên welatê xwe bikin.
Cîgira serokwezîrê Herêma
Kurdistanê got jî: Her çend qada dîplomasiyê ji bo jinên kurd nû ye, lê wan
kariye di vî warî de jî qedir û qîmeta xwe bidin îspatkirin û daxwaz ji jinên
dîplomat ên kurd kir ku xema wan astengên li pêşiya wan nebin û di pêşxistina
şiyanên xwe de berdewam bin.
Di beşeke din ya vê dîdarê de,
dîplomatên jin yên biyanî behsa ezmûnên xwe û girîngiya beşdariya jinan di warê
dîplomasiyê de li welatên xwe kirin û amaje bi astengî û kêşeyên li pêşiya
dîplomatên jin kirin û kêfxweşiya xwe ji lidarxistina vê dîdara li Kurdistanê
nîşan dan û pesna rola Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêmê dan di piştgirî
û piştevanîkirina wî ji bo jinan berdewam e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

