Dadgeha Federal dawî li pirsgirêka mûçe tîne

Kurdistan 01:10 PM - 2024-02-22
Pirsa Mûçe PUKMEDIA

Pirsa Mûçe

Êraq Herêma Kurdistanê Dadgeha Federal Mûçe

Dadgeha Bilind a Federalî biryarek derxist û hikumeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ferz dike ku mûçeyên karmendan bi cih bikin û mehane bê paşxistin bên dayîn û her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî neçar kir ku hemû hinardekirina neft û ne neftê radestî hikûmeta federal bike.

Biryarek baş e di berjewendiya mûçexweran de ye
Pisporê yasayî Elî Temîmî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDÎyê re ragihand: Biryara Dadgeha Federalî ya derbarê mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê biryareke baş e ji ber ku mûçeyê karmendan li hemû navçeyên Êraqê dike yek.
Got jî: Biryara dadgehê dûpat dike ku pêwîste mûçe ji alîyê bankên Êraqî ve bi hemahengî li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bê yekkirin û peydakirin, ev biryar gelek erênî ye û bo hemû alîyan erkdare û divê pabendî wê bê kirin.

Maf li xwediyên wan vegerînin
Cîgirê Serokê Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Luqman Werd di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de ji PUKMEDIA re ragihand: Ev biryara Dadgeha Federalî ya derbarê dabînkirina mûçeyên karmendan de, dilniya her kesî li ser mûçeyên xwe dike û baş û guncaw bû.
Got jî: ev biryar wê aramiya aborî li Herêma Kurdistanê dabîn dike û rewşa nelirêtîya aborî ya ku li Herêma Kurdistanê hebû bi dawî tîne û ev biryar li ser herkesî girêdaye û divê hemû alî pê pabend bin.

biryareke başe
Şêrwan Mîrza endamê komîteya darayî ya parlemantoyê di rûniştina berê ya civata nûneran de dibêje: Ev erêkirina ku tê de amaje bi wê yekê dike ku Banka Navendî bi mûçeyên karmendan re mijûl bibe, biryareke başe û bi rêya hikûmeta federal mûçeyên karmendan dabîn dike.

Got jî: Di biryarê de gelek xal hene ku alîkarîya derbaskirina rewşa xirab a aborî ya li Herêma Kurdistanê dikin û divê hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ji bo cîbicîkirina vê biryarê hevkarîyê bikin.

Biryarê pileya dawî bi dest xist
Şêrwan Mîrza dibêje: Biryara Dadgeha Federalî statûya dawî bi dest xistiye û nabe îtîraz û cudahî li ser were kirin û divê her kes pêbendî wê be û derfeteke başe ji bo hevkariya Hewlêr û Bexdayê.
Got jî: Ev biryar derfeteka başe bo hikûmeta herêma Kurdistanê bo rizgar kirina mûçeyên karmendan, derbas kirina qeyrana darayî û dawî anîna kêşeyên darayî yên zêdetirî 10 salane.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike