Dadgeha Federal ji bo nirxandina giliya Yekîtî dicive

Îraq 10:46 AM - 2024-02-21
Dadgeha Federal PUKMEDIA

Dadgeha Federal

Dadgeha Federal

Biryare îro Çarşemê, Dadgeha Bilind a Federalî rûniştina xwe ji bo nirxandina giliya ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li dijî yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê tomar kiriye, li dar bixe.

Ev doz ji aliyê Ziyad Cebbar Mihemed û Amanc Necîb Şemûn ve hatiye vekirin û daxwaza derxistina biryarekê li ser nedestûrîbûna bendên (1, 9, 15, 22, û 36) yên qanûna hejmar (1) ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kiriye.

Yekîtiya Niştimanî li benda biryara dadgehê ye
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: Heya niha ti biryarek bo paşvekêşana giliya ku li Dadgeha Federalî li dijî yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye tomarkirin nîne û paşxistina biryarê li ser vê giliyê jî li suca Yekîtî ye.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ev giliya tomar kir daku kêmîneyên li Herêma Kurdistanê nûnerên xwe yên rasteqîne hilbijêrin û ji aliyê ti aliyek siyasî ve neyên bi kar anîn û em li bendê ne ku dadgeha federal biryara guncaw li ser vê giliyê bide û em rêzê li her biryarek ku ji hêla Dadgeha Federal were dayîn ve digrin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket