Çemçemal... 172 cenazeyên qurbaniyên Enfalê hatin definkirin
Kurdistan 01:37 PM - 2024-02-20
Arşîv
Beşek ji termên qurbaniyên Enfalê
Cenazeyên 172 qurbaniyên Enfalê yên parêzgeha Germiyanê dê sibe bên veşartin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Xanima Yekem a Iraqê ku nusxeyek ji PUKMEDIAyê re hatiye şandin:’’Cenazeyên 172 qurbaniyên Enfalê dê sibê li Çemçemalê bên definkirin , ku 4 sal û 6 meh in li pizîşka dadwerî ya Bexdayê mane.’’
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hewldanên xanima yekem di çarçoveya daxwazên xizmên qurbaniyan de ye ku termên wan vegerînin."
Ji xizmên qurbaniyên Enfalê nimûneyên xwînê tên girtin
Li ser daxwaza xanima yekem a Iraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed, tîmeke taybet bo wergirtina xwînê ji xizmên qurbaniyan gihîşte Çemçemalê ji bo naskirina cenazeyan testa DNA’yê ji mîratgirên mexdûrên Enfalê re dikin.
Şêwirmenda Hikûmeta Herêma Kurdistanê Perî Nûrî Ezîz ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: "Tîmeke pizîşka dadwerî ya Iraqê roja 17ê Sibata 2024ê dest bi berhevkirina nimûneyên xwînê ji xizmên qurbaniyên Enfalê kiriye û dê 5 rojan berdewam bike. Ev prose dê li ser daxwaza xanima yekem a Iraqê were cîbicîkirin."
"Piştî wergirtina nimûneyên xwînê ji xizmên qurbaniyên Enfalê, dê proseya testa DNA li Bexdayê dest pê bike û li gorî qanûnê, divê hikûmeta Iraqê xerciya testan bigre ser xwe û piştî ceribandinê, merasîma veşartinê dest pê dike." Wî got.
Zêdeyî 40 roj in cenaze li herêmê neRoja 13-1-2024 bi merasîmeke hêja termê 172 qurbaniyan hatin vegerandin û sibe cenazeyên 172 qurbaniyên Enfalê dê sibe 21-2-2024`an bi amadebûna xizmên qurbaniyan, berpirsên hikûmet û partiyan, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên konsulxaneyan û kesayetiyên olî werin veşartin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

