Mamosteyên nerazî boykot şikandin
Kurdistan 10:16 PM - 2024-02-19
Arşîv
Mamosteyên nerazî
Beşek ji nûnerên mamostayên xwepêşander di civînekê de ligel cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û li ser sozên ku ji wan re hatine dayîn, biryara şikandina boykotê û berdewamiya proseya xwendinê dan, di bersivê de, Qubad Talebanî got: “Em dê li ser cîbicîkirina daxwazên wan yên rewa berdewam bin.’’
Piştî civînê Encumena Niştimanî ya Mamostayên Xwepêşander derbarê rawestandina boykotê de daxuyaniyek da û got: “Piştî hevdîtina çend nûnerên mamostayên nerazî ligel cîgirê serokwezîr, wî biryar da ku piştî serrastkirina yasaya bûdceya Iraqê, bilindkirina astê mamostayan li gorî salên kar, dê bên cîbicîkirin û mamostayên girêbestî bi qonaxan bên cîbicîkirin, herwiha li ser soza cîbicîkirina daxwazên din ên mamostayan dê berdewam bin û hemû hewlên xwe bidin.
“Em wek encûmena giştî li ber ronahiya biryar û sozên cîgirê serokwezîr ,weke derfeteke din a desthilatdariyê û ji bo saleke xwendinê winda neke, me biryara rawestandina boykotê da, eger biryar neyên cîbicîkirin, emê bi rûtîneke nû vegerin qadan.’’Hat gotin
Talebanî: Em li gel bilindkirina pilê mamosteyan û girêbestkirina wan inDi heman demê de, yekser piştî civînê, Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya şexsî belav kir: “Di civînekê de li gel hejmarek mamostayên nerazî, min biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî serrastkirina yasaya bûdceya Iraqê dupat kir ku li gorî rêgez , qanûn û salên karkirinê dê mamostayên jêhatî bên terfî kirin û ji mamosteyan peymanên fermî bên danîn, em ê ji bo pêkanîna daxwazên wan ên rewa li ser xetê bin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

