Serok Bafil: Em naxwazin ewlekariya gelê me bikeve xeterê
Kurdistan 04:18 PM - 2024-02-19
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê
Serok Bafil û Stephen Begin
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di çarçoveya sêyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê de ligel Stephen Begin Cîgirê berê yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Cîgirê Serokê Boeing civiya.
Di civînê de tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistan, Iraq û Amerîka di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind û hevkarîkirina bo rûbirûbûna terorê û derbaskirina pirsgirêkên emnî kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Bafil tekezî li ser pêgiriya YNKê ji bo yekxistina hewlên siyasî û dîplomatîk bo parastina aramiya siyasî li navçeyê kir û got: ‘’YNK hewlên parastina welat ji nakokiyan dide û em naxwazin xaka me bibe qadeke çareseriya nakokiyan û ewlehiya gelê me bikeve xeteriyê.’’
Li hember de jî Stephen Begin bi rêzdarî hewl û pêngavên Serok Mam Celal bo parastina yekrêzî û asayîşa Iraqê bi bîr anî û got:’’ Ez kêfxweşim ku di serdana xwe ya bo Iraqê de ji nêz ve bi Serok Mam Celal re civiyam û me behsa prosesa siyasî ya welat kir.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

