Parlementoya Iraqê daxwaza rakirina dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê dike
Kurdistan 03:10 PM - 2024-02-17
PUKMEDIA
Firokexaneya Silêmaniyê
Serokê Lijneya Veguhastin û Pêwendiyan ya Parlamentoya Iraqê ser bi Fraksiyona YNKê di Parlamentoyê de ragihand ku daxwaz ji Balyozê Tirkiyê li Iraqê kiriye, dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê rake û got:“Pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyê de pêwîst in û pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin.’’
Li Firokexaneya Silêmaniyê ti pirsgirêk nine
Endamê Lijneya Veguhastin û Pêwendiyan ya Parlamentoya Iraqê Karwan Yarwais ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Di hevdîtina me ya li gel Balyozê Tirkiyê de, Seroka Komîteyê Zehra Alpacarî daxwaz ji balyozê Tirkiyê kir ku dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê were rakirin û got: “Ev ne teknîkî û îdarî ye û ti sedemek bo berdewamkirina dorpêçê nîne.’’
“Me ji Balyozê Tirkiyê xwest ku ambargoya li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê were rakirin, niha Balyozê Tirkiyê li Iraqê dikare bi hikûmeta xwe re biaxive û ambargoyê rake, ji ber ku ji ambargoya li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê ziyandar e, tenê bandorê li welatiyan û karsazan dike.’’Karwan Yarwais got.
Talebanî: Divê pirsgirêka firokexaneya Silêmaniyê were çareserkirin
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî roja 07.02.2024ê bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler re hevdîtin pêk anîbû û li ser mijara girtina qada hewayî ya Tirkiyê li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê gotûbêj kiribû û daxwaza çareserkirina pirsgirêkê kiribû.
Di heman demê de, roja sêşemê 13-2-2024, Lijneya Veguhastin û Pêwendiyan ya Parlamentoya Iraqê li gel Elî Riza Konsulê Tirkiyê li Iraqê û Konsulê Tirkiyê li Besra û şandeke pilebilind a Wezareta Veguhestinê ya Tirkiyê civiyan û banga rakirina dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê kirin.
Hikûmeta Tirkiyê di 6ê Nîsana 2023an de, zêdetirî 10 mehan e hemû geştên esmanî yên firokexaneya Silêmaniyê rawestandibû, geştên firokexaneya Silêmaniyê bi rêya esmanê Tirkiyê hatiye girtin û di encamê de ziyan gihîştibû hemwelatî û karsazên li ser sînor.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

