Amerîka pêşwaziyê rakirina rênmayên rêziknameya ragihandinê dike
Îraq 11:22 AM - 2024-02-17
U.S. Consulate General Erbil
Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herema Kurdistanê pêşwaziyê li biryara Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya betalkirina rênmayên Rêziknameya Karên Medyayî dike û ragihand: "Rênmayî dê hewcedariyên nû û tedbîrên ewlehiyê ji bo rojnamevanên serhêl destnîşan bike ku em bawer dikin ku dê azadiya çapemeniyê sînordar bike. ‘’
Pêşdebirina azadiya çapemeniyê bidomîninKonsulxaneya Amerîka li Hewlêrê di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Facebookê pêşwazî li biryara Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragihand : ‘’Em pabend in ku li gel hevkarên xwe yên navxweyî û navdewletî kar bikin ji bo berdewamiya pêşxistin û pêşvebirina azadiya rojnamevanî û medyaya berpirsyar. Wî got ku em rênîşandan wek berteka hukûmetê ya li ser "fikarên ku ji hêla civaka navneteweyî ve û hewildanên navxweyî yên ji bo baştirkirina rewşa azadiya çapemeniyê dibînin.’’
Di xebatên çapemeniyê de ti astengî çênabin
Pêştir Dr.Seman Fewzî mamostayê zanîngehê û pisporê yasaya ragihand di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA got :“Ev Rênmayî ji bo azadiya çapemenî û karê ragihandinê metirsîdar bûn û paşvekişandina ji azadiya medya û demokrasiya herêmê bû û bi mebesta têkbirina çapemenî û azadiyê hatibû dayîn.’’
“Redkirina van rênimayan ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve gaveke girîng û pesindayî ye ji bo parastina azadiya ragihandinê û azadiya medyayê ku neyê sînordarkirin karê ragihandinê û çarçoveya di desthilata çarem de be.’’ Dr Seman got.
Dr Seman Fewzî her wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nebûna Parlamentoya Kurdistanê de ev rênimayname derxist, lê di nebûna parlamentoyê de diviyabû saziyeke serbixwe van rênimayiyan derbixista û ne ji hikûmetê be.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

