Serok Bafil û Joe Lieberman: Ji bo Pêşerojek Ronahîtir Hewl didin
Kurdistan 06:12 PM - 2024-02-16
Daxuyaniya Serokê Yekîtiya Niştimanî
Civînên Serokê YNK li Munchenê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, di çarçoveya Konferansa Asayişa Munchenê de, bi serkirde, nûner û kesayetiyên siyasî re civiya di nav wan de ligel Senatorê berê yê Amerîkî Joe Lieberman, sempatîzanê gelê Kurd û dostê berê yê Serok Mam Celal.
Di civînê de pêşhatên siyasî, aborî, ewlekarî , pirsa Kurd li navçeyê hatin nirxandin û tekezî li ser parastina berjewendiyên hevbeş û neteweyî yên welatên navçeyê kirin.
Serok Bafil berdewamiya siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan dûpat kir û got ku hewlên me ji bo avakirina pêşerojeke geş û aramtir e û diyaloga avaker faktora bidestveanîna vê armanca bilinde.
Li hember de jî Senator Joe Lieberman pesna rola Serok Mam Celal di avakirina Îraqeke nû û ewlekarî û aştiyê li navçeyê da u ji ber ku siyaseteke saxlem û hevseng dimeşîne destxweşî li Serok Bafil kir û got: “Pêngavên we ji bo me keyfxweş in û bêguman Iraq û Herêma Kurdistanê jî pêwîstî bi vê siyasetê heye.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

