Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyona Navdewletî terorîstek girtin

Kurdistan 11:11 AM - 2024-02-16
Logoya hêzên Dijî Terorê Arşîv

Logoya hêzên Dijî Terorê

Dije Tîror

Hêzên Dije-Terorê di operasyoneke hevbeş a ewlehiyê de ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî girtina terorîstekî ragihandin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê PUKMEDIA yê ve hatiye dîtin, wiha hat gotin: “Li gor zanyariyên rast ên istixbaratî, hêzên dije terorê û hevpeymaniya navdewletî di operasyoneke hevbeş de li navçeya Agcelerê, karîn terorîstek desteser bikin. ”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Terorîstê ku hatiye binçavkirin bi navê (M. A.J.) ye, di sala 1985'an de li navçeya Beled a ser bi parêzgeha Selahedîn ji dayik bûye û xwedî dîroka çalakiyên terorîstî yên di nava Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ye ji bo cezayê wî bê girtin radestî edliyeyê hat kirin."
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket