Serokkomarê tekezî li ser pêwîstiya girtina kampên penaberan dike
Îraq 05:08 PM - 2024-02-15
Ragihandina serokkomar
Serokkomar û cîgirê serokê fireksiyona YNK
Îro pênçşem 15.02.2024 li Koşka Bexdayê cenabê
Serokê Komarê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd pêşwaziya Cîgirê Serokê fireksiyona Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li civata nûneran Mela Kerîm Şikur kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên giştî yên welat hatin
gotûbêjkirin û birêz Serok tekez li ser girîngiya destpêkirina derxistina yasa
û yasayên pêwîst li civata nûneran kir, bi taybetî yasayên ku kar ji bo
baştirkirina rewşa jiyanê û pêşxistina xizmetguzariyên bingehîn bo welatiyan
dikin.
Cenabê Serok bal kişande ser giringiya
hevahengiya di navbera Serokayetiya Komarê û Civata Nûneran de û amaje bi wê
yekê jî kir ku Serokayetiya Komarê li ser karê xwe berdewam e ji bo
pêşkêşkirina proje yasayên pêwendîdar bi pêwîstî û pêdiviyên welatiyan.
Her wiha di civînê de behsa aktîvkirina bendên
yasaya jinên êzidî yên rizgarbûyî hat kirin û birêz Serok tekezî li ser
giringiya hemahengî û hevkariya di navbera nûnerên pêkhateyan de kir, eger
pêwîst be guhertin di xalên qanûnê de bên kirin.
Derbarê pirsa awareyan de, Serokê Komarê amaje
bi wê yekê kir ku pêwîste pirsa awareyan bi dawî were bi vegerandina wan bo
deverên wan piştî çaksaziyê, û piştgîriya tedbîrên hikûmetê bo girtina kampên
awareyan di dawiya Tîrmeha bê de.
Ji aliyê xwe ve, Mela Kerîm Şikûr piştgiriya
xwe ji bo pêşniyarên cenabê Serok Komarê nîşan da û tekez li ser giringiya
hevkarîkirina Serokayetiya Komarê û Encûmena Nûneran ji bo derxistina yasayên
pêwîst û karkirina hevbeş ji bo vegerandina koçberan ji bo herêmên xwe.
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

