Talebanî: Biryarê li ser lidarxistina hilbijartinan didin
Kurdistan 05:16 PM - 2024-02-14
Ofîsa Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Talebanî bi Balyozxaneya Amerîkayê re civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê David Berger kir û rewşa ewlekariya Iraq, Kurdistan û navçeyê gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja 14-2-2024 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Mark Straw Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, tekezî li ser berdewamiya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin. Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku divê hemû alî hestyariya rewşê li ber çavan bigrin, ji ber ku her alozî û helwesteke şaş dikare aramiya Iraq, Kurdistan û navçeyê bixe metirsiyê.
Cîgirê serokwezîr got: ‘’Metirsiya terorîstan li Iraq û Kurdistanê berdewame û DAIŞ û grûpên terorîstî li derfetekê digerin bo rêkxistin û têkdana asayîşa navçeyê, lewra pêwîstiya me bi amadekariyên zêdetir heye bo jinavbirina terorê.’’
Mijareke din a hevdîtinê jî hilbijartinên dahatî yên parlamentoya Kurdistanê bû. Qubad Talebanî tekez kir, ku divê di demeke herî nêzîk de biryara hilbijartinan were dayîn û di demeke nêzîk de hilbijartin bi awayekî paqij, dadmend û şefaf were kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

