Serok Bafil: Ezmûna birêz Kosret ji bo me dibistanek e

Kurdistan 06:02 PM - 2024-02-13
Serok Bafil û Kosret Resûl Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serok Bafil û Kosret Resûl

Silêmanî YNK

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, serdana rêheval Kosret Resûl Elî ku sembola bilind a YNKê ye kir.

Di vê serdanê de Serok Bafil Celal Talebanî rewşa tenduristiya rêheval Kosret Resûl Elî pirsî û hêvî xwest ku her dem sax be û bi dîroka xwe ya birûmet xizmeta YNK û Kurdistanê bike.

Serok Bafil rol û pêgeha bilind a birêz Kosret di dîroka tekoşîna gelê me de bilind nirxand û got, serpêhatiya birêz Kosret ya dewlemend û serbilind ji bo me dibistanek e û em dersên qehremanî û mêrxasiyê werdigirin, eger wan bişopînin emê sax bin.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket