Meclisa Nûneran biryara cezakirina parlementeran da
Îraq 12:12 PM - 2024-02-13
PUKMEDIA
Civata nûnerên Iraqê
Serokatiya Meclisa Nûneran biryar da ku parlementerên ku di civînên Encûmenê de ne amade bin, ji ber beşdarnebûna civînên encûmenê ji mûçeyên wan ên mehane, siza bike.
Kêmkirina milyonek dînarNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Biryar Reşîd di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Serokatiya Encûmena Nûneran biryar da ku mûçeyê Parlementeran ku di civînên encûmenê de ne amade bin, were paşxistin.
Got jî: Serokatiya civata nûneran biryar da ku milyonek dînar ji mûçeyê her nûnerê ku bê hincet di rûniştinekê de ne amade be wê bê sizadan û her wiha 500 hezar dînar jî bi sedema ne amadebûna beşdarbûnê her rûniştina lijneya parlemanê bê hinceteke yasayî.
Hebûna parlementeriyê lawaz eParlementer Biryar Reşîd dibêje: Ev biryar heftiya borî hat dayîn û ji ber nebûna nûneran di civînên encûmenê de û lawazbûna hebûna parlamentoyê piştî bidawîhatina civîna yasayî hat.
Got jî: Serokatiya civata nûneran ev biryar bi sedema dubarebûna pirsa nebûna qasê û nebûna nûneran bê behane û egereke yasayî da.
Ev biryar jixwe heyeParlamenterê serbixwe Yûsif El-Kelabî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Ev biryar beriya niha di rêziknameyê de hebû, lê di vê qonaxê de ji ber boykotkirina civînên Encûmenê ji aliyê hin aliyên siyasî ve hat aktîfkirin.
Got jî: mûçeyê Parlementeran 7 milyon dînar e û her meh 8 rûniştinên civata nûneran tê kirin û li ser her rûniştinekê ku nûner têde nemîne, milyonek dînar ji mûçeyê wî tê kêmkirin.
Hewl bide daniştinan asteng bikeNûner Yûsif El-Kelabî dibêje: Eger parlementer bêyî hincet 3 rûniştinan de astengiya çêbike û ji bingeha rêziknameya navxweyî derkeve, dê parlementer ji kar were dûrxistin û parêzbendiya wî were rakirin.
Got jî: ji ber hewlên têkdana civînên hilbijartina serokê civata nûneran, lihevnekirina li ser vê pirsê û astengkirina karê yasayî û çavdêrîyê, ev biryar hat derxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

