Odeya Bazirganî ya Silêmaniyê spasiya Serok Bafil û Qubad Talebanî kir

Kurdistan 08:49 PM - 2024-02-12
Avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Arşîv

Avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê

Silêmanî

Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Silêmaniyê êrîşa li ser kasibkarekî li Silêmaniyê şermezar dike û dibêje: “Em spasiya Serok Bafil û Qubad Talebanî dikin, wan îsbat kir ku Silêmanî ji bo hemû sermayedar, karsaz û bazirganên ku serwetên wan her tim parastî ye, cîhekî aram û xweş e. "

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA’yê re şandiye de wiha got: “Wek her kes dizane, kasibkarek li Silêmaniyê ji aliyê çend çekdaran ve rastî destavêtina neqanûnî û dûrî hemû nirxên civakî hatine."Em weke Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê vê êrîşa li dijî kasibkarekî li Silêmaniyê şermezar dikin û ji erkê xwe dibînin ku bê cudahî parastina hemû mafên karsaz, pispor û sermayedaran bikin."

Got jî: ‘’Li vir wek Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê biryara dadgeha îro ya ku fermana girtina (gumanbaran) derxist, dinirxîne û spasîya hemû alîyên peywendîdar dike ku bi berpirsatîya herî mezin ji bo cîbicîkirina serweriya yasayê berevanî li vê doseya hestiyar kirin.’’

Di heman daxuyaniyê de Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê ragihand: “Em spasiya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Bafil Celal Talebanî û Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî dikin ji bo dewleta qanûnê, wan îsbat kir ku Silêmanî jîngeheke aram û xweş e ji bo hemû sermayedar, karsaz û bazirganên ku dewlemendiya wan hertim parastî ye.’’
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket