Sê balyozên nû li Iraqê hatin destnîşankirin

Îraq 05:19 PM - 2024-02-12
Serokkomar û balyoz Ofîsa Ragihandina Serokkomar

Serokkomar û balyoz

Serokkomarê Êraqê

Baliyozê sê welatan  dê li Iraqê dest bi erkê xwe bikin û bawernameya xwe  pêşkêşî  serokomarê Iraqê kirin û Serokkomar got:“Iraq ji bo bihêzkirina peywendiyên xwe bi civaka navdewletî re berdewam dike.’’
Duşem 12-2-2024 li Koşka Bexdayê, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd pêbaweriya balyozê nû yê Fîlîpînê Charlie Paknian Manangan, Balyozê Awustralya Glenn Andrew Miles û Balyozê Fransa Patrick Durrell wergirt.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Serokomariya Iraqê tê gotin ku Serokkomar ragihandiye: "Iraq berdewam e li ser xurtkirina peywendiyan bi civaka navdewletî re li ser bingeha hevkariyê di warên cuda de, bi taybetî aborî, bazirganî, hemahengî û xebata hevbeş ji bo pêkanîna ewlehî, aramî û aştiyê li Heremê."

Ji aliyê xwe ve her sê balyozan daxwaza welatên xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên li gel Iraqê û pêşxistina wan di çarçoveya berjewendiyên hevbeş de nîşan dan.
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket