Encumena Kerkûkê ji bo lidarxistina yekemîn civîna xwe li benda rêkeftinê ye
Kurdistan 02:25 PM - 2024-02-12
PUKMEDIA
Encumena Parêzgeha Kerkûkê
Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo lidarxistina
yekemîn civîna xwe û hilbijartina postên bilind li benda rêkeftina aliyên
serketî ye, endamekî Encumena Parêzgehê jî dibêje, lihevnekirina li ser van
helwestan rê li ber civîna Encûmenê digire.
Di vê derbarê de endama encumena parêzgeha
Kerkûkê ji hevpeymaniya (Kerkûk, hêz û îradeya me) Perwîn Fetih ji malpera
fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Pêwîste
rêkeftinek di navbera aliyan de were kirin. Ji bo dabeşkirina postên sereke yên
ku parêzgar, serokê encumenê û cîgirên wan in.
Wê her wiha got: Yekîtiya Niştimanî û Partiya
Demokrata Kurdistanê li ser mijarên girêdayî parêzgeha Kerkûkê li hev dikin û
armanca me ew e ku em her du jî xizmeta Kerkûkê û xelkê wê bikin û amaje bi wê
yekê jî kir ku heta niha rêkeftinek di navbera Kurd û Ereban û Tirkmenî de
çênebûye ku bû sedem ku civîna encûmena parêzgehê pêk neyê .
Roja 29.01.2024ê hemû endamên encûmena
parêzgeha Kerkûkê ji bilî parêzgarê niha Rakan Cibûrî sonda yasayî xwarin.
Biryar bû îro duşemî 5ê Sibata 2024ê encûmenê yekem civîna xwe lidarbixista, lê
rûniştin ji ber nebûna endamên fireksiyona Erebî û Tirkmenî hat paşxistin.
Di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de,
Kurdan 7 kursî bi dest xistin, 5 kursî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nava
hevpeymaniya (Kerkûk Hêz û îradeya me) û 2 kursî bo Partiya Demokrat a
Kurdistanê, lîsteyên Erebî jî 6 kursî bi dest xistin. lîsteyên Tirkmenan 2
kursî bi dest xistin û Tevgera Babil jî kursî ji bo pêkhateya Xiristiyan bi
dest xist.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî li parêzgeha
Nînowa 2 kursî û li Diyala û Selahedîn jî kursiyek bidest xist.
Encûmenên piraniya parêzgehên Êraqê yekemîn
civîna xwe li dar xistin û postên sereke hatin hilbijartin, parêzgehên Kerkûk û
Diyalayê jî li benda rêkeftina aliyên serketî di hilbijartinan de man.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

