Yekîtî û Goran: Ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoyê êdî dem winda nekin
Kurdistan 02:18 PM - 2024-02-11
Nivîsgeha Ragihandina Qubad Talebanî
Komcivîna Goran û YNK
Îro Yekşemê 11-2-2024 Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goran bi
amadebûna Mistefa Seyd Qadir û Qubad Talebanî li Silêmaniyê civiyan.
Civîn di çarçoveya hewlên yekrêzî û nêzîkkirina
nêrîn û helwestên aliyên siyasî yên li ser çawaniya çareser kirina kêşeyên
siyasî û aborî yên Kurdistanê û rûbirûbûna wan metirsiyên li ser Herêma
Kurdistanê de hate lidarxistin.
Di destpêka hevdîtinê de Qubad Talebanî
pîrozbahî li lidarxistina konferansa Goran kir û û hêviya serkeftinê jêre xwast.
Piştî gotûbêjkirina rewşa siyasî û aborî ya
Herêma Kurdistanê, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku pêwîste YNK û
Gorran li gel aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê kar bikin ji bo yekhelwêstî û
yekrêzî li ser mijarên girîng.
Di mijareke din de behsa pirsa hilbijartinên
parlamentoya Kurdistanê hat kirin û her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku
êdî dem neyê windakirin û hilbijartin bên kirin.
Di beşeke din ya civînê de pirsa mûçeyê
fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û her du alî hevdeng
bûn ku hemû alî hevkar bin ku destkeftên darayî yê Herêmê tevlî pirsên siyasî
nebinû li gel Bexdadê bighîjin rêkeftinekê ku mafên mûçexwarên Herêmê parastî
be.
Her wiha biryar hat dayîn ku ji bo rêveberiya
baştir û bi awayekî ku xizmeta welatiyan bike zêdetir hemahengî bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

