Konsulxaneya Amerîka: Em piştgiriyê didin medyayê û gihandina agahîyên bê tirs
Cîhan 12:27 PM - 2024-02-11
Konsulxaneya Amerîka
Mark Straw û hejmarek rojnamenus
Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê got: Em kêfxweş in ji civaka bihêz a medyayî ya li Herêma Kurdistanê çalak in û em piştgiriyê didin hewildanên wan ên domdar ên ji bo veguheztina nûçeyan û gihandina agahiyan bêyî bandor, tacîz, tirsandin an jî astengiyên din.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê
Mark Straw li gel hejmarek rojnamevan û sernivîserên dezgehên ragihandinê civiya
ku di nav wan de Sernivîserê malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(PUKMEDIA) Ata Kerîm jî hebû, li ser kar û xebatên medyayî gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya
Konsulxaneya Amerîkayê hatiye belavkirin, amaje bi wê hat kirin ku Konsulê
Giştî Mark Straw li gel hejmarek rojnamevan û sernivîserên dezgehên ragihandinê
yên curbecur civiya û ji bo naskirina xebatên wan, çarçoveya xebatên medyayê û
zehmetiyên ku medya li her derê cîhanê rû bi rû ne.
Di ragihandina konsulxaneyê de hatiye: Medya di
hişyarkirina raya giştî, arastekirina raya giştî û rûbirûbûna hikûmetê bi
berpirsyariyên xwe de xwedî roleke girîng û bingehîn e û divê li her derê were
parastin.
Konsulxaneya Amerîka di daxuyaniyekê de got:
"Em pêşwaziya civaka bihêz a medyayî ya li Herêma Kurdistanê dikin û
piştgiriya berdewamiya hewlên wan dikin ji bo veguheztina nûçeyan û gihîştina
zanyariyan bê bandor, çewsandin, tirsandin û astengiyên din.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

