Emad Ehmed: Divê cîranên me serweriya me biparêzin
Kurdistan 08:56 PM - 2024-02-10
PUKMEDIA
Emad Ehmed
Rêheval Emad Ehmed endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi nûneratiya Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) beşdarî di merasima salvegera serkeftina şoreşa îslamî de ku li Konsulxaneya Îranê li Silêmaniyê bû.
Endamê Mekteba Siyasî Emad Ehmed di axaftina xwe de behsa guhertinên ku bi sedema şoreşa îslamî li Îranê û navçeyê rûdane kir û got: “Rejîma Şahê Îranê dostê rejîmên dîktator û dijminê gelên herêmê bû, lewra di têkbirina şoreşa Îlonê de ku mezintirîn şoreşa gelê Kurd li Iraqê bû, rola xwe hebû.’’
Di merasima han de ku Konsulusê Komara Îslamî ya Îranê û nûnerên hejmarek ji aliyên siyasî amade bûn, Emad Ehmed tekez kir ku YNK rola Komara Îslamî ya Îranê ji bo piştgiriya gelê Kurd li kîmyabarana Helebce, serhildana gelê Kurd û şerê dijî terorîstên DAIŞê ji bîr nake û got:’’ Komara Îslamî ya Îranê piştgiriya şoreşa nû ya gelê me û hêzên opozîsyona Iraqê li dijî dîktatorê Iraqê û rejîma Beis a Sedam Husên bûye. Wî rola Serokê Rewanşad Mam Celal bi bîr xist ku ev têkilî li ser bingeha berjewendiyên hevpar û bilind ên gelê me ava kir.’’
Rêheval Emad Ehmed tekez kir ku divê welatên cîran xak û serweriya xwe biparêzin, ji ber ku em ê nebin beşek ji pirsgirêka cîranên xwe, lê em ê bibin beşek ji çareseriyê.
Herwiha tekez kir, ku ewlehî û aramî ji bo her du aliyan bi diyalog û aştiyê tê dabînkirin u got:“Herêm di nava aloziyan de ye û YNK jî erkê xwe dibîne ku gel û herêma me ji şer û nearamiyê biparêze.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

