Serok Bafil: Mam bi balgeyan kurdistanîbûna Kerkûkê piştrast kir
Kurdistan 09:34 PM - 2024-02-09
PUKMEDIA
Serok Mam Celal
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi
boneya 20 saliya murafeaya mezin a Serok Mam Celal di Encumena desthilatdariyê de
peyamek belav kir û got Kerkûûk qudsa Kurdistanê beşeke mezin û girîng ê xebata
siyasî ya serok Mam Celal bû, îro jî em bi heman rih û wize wê siyasetê didomîn
in.
Naveroka peyamê:
Îro em bi serbilindî 20 saliya murafeaya dîrokî ya Serok Mam Celal
di Encûmena Hukim de bi bîr tînin, roja ku serok û rêberê me bi nexşe û
belgeyên dîrokî kurdbûna Kerkûkê piştrast kir.
Kerkûk Qudsa Kurdistanê beşeke mezin û girîng bû di têkoşîna
siyasî ya Serok Mam Celal de, îro jî emê bi heman enerjî û rih vê siyasetê
berdewam bikin û ji bo serbilindî û bexteweriya Kerkûk û gelê xwe yê têkoşer
têbikoşin.
YNK hertim li Kerkûkê û di dilê gelê xwe yê berxwedêr de ye, xema
Kerkûkê xema me ye û gihêştin bi bafên yên yasayî û destûrî erkê me ye.
Em dixwazin Kerkûk wek her car wek mînaka herî bilind a pêkvejiyanê
bimîne û em ê têbikoşin, Kerkûk bibe bajarê ku hemû niştecihên wê ji hemû netew
û civakan dûr bin ji nekokiyan û bi hezkirin û berpirsiyarî ji bo paşerojeke
geştir bixebitin û Kerkûk bibe bajarê ku her kes jê xeyal dike.
Got jî:
Em li bendê ne ku bi serrastkirina yasaya bûdceyê, bi taybetî dosyeyên mûçe û
petrolê û pirsa nirxê berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê, kêşeyên bermayî
bên çareserkirin.
Got jî: Di qanûna bûdceyê
da 6 dolar wek xercê derxistina her bermîlekê hatîye dîyar kirin, ev yek bi
karê kompanyayên biyanî yên ku li herêma Kurdistanê kar dikin re nagunce û
hikûmetê bi xwe petrolê dernaxe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

